﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke5 ayetHişkbûyî
Sûreya Mesed, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pênc (5) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û yazdemîn e. Navê sûreyê ji peyva “Mesed” tê ku ew di ayeta pêncemîn de dibore û di maneya werîsê ji lîfên xûrmeyan tê çêkirin. Mijara sûreya Mesed, Ebû Leheb û jina wî Ummû Cemîl e. Ji Rasûlullah (ass) re dema wezîfeya teblîxa îslamê hate dayîn, wî jî xewas û giregirên Qûreyşîyan li girê Safa civand û wan bal bi tewhîdê ve dawet kir. Ebû Leheb qehirî û jê re got: “Destê te hişk bibe, ma te em ji bo vêya li vê derê civand!” Li ser vê bûyerê ev sûre nazil bû. Jina wî jî sitirîya li ser rêyên ku Rasûlullah (ass) diborîya direşand da ku ezîyetê bide wî.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
تَبَّتْ يَدَٓا اَب۪ي لَهَبٍ وَتَبَّۜ
Her du destên Ebû Leheb hişk bibin! Jixwe hişk jî bûn.
مَٓا اَغْنٰى عَنْهُ مَالُهُ وَمَا كَسَبَۜ
Malê wî û ya ku bi dest xistîye tu feyde neda wî.
سَيَصْلٰى نَارًا ذَاتَ لَهَبٍۚ
Wê bikeve agirekî bi alav.
وَامْرَاَتُهُۜ حَمَّالَةَ الْحَطَبِۚ
Jina wî jî hemala/barkêşa dara/êzinga ye.
ف۪ي ج۪يدِهَا حَبْلٌ مِنْ مَسَدٍ
Bi werîsekî di sitûyê wê de lihevhûnayî (wan daran/êzingan dikişîne).