Vegere Sûreya Kehf

Kehfالكهف

110. Ayet

110Sûreya Kehf
Di Mushefê de Veke

قُلْ اِنَّمَٓا اَنَا۬ بَشَرٌ مِثْلُكُمْ يُوحٰٓى اِلَيَّ اَنَّمَٓا اِلٰهُكُمْ اِلٰهٌ وَاحِدٌۚ فَمَنْ كَانَ يَرْجُوا لِقَٓاءَ رَبِّه۪ فَلْيَعْمَلْ عَمَلًا صَالِحًا وَلَا يُشْرِكْ بِعِبَادَةِ رَبِّه۪ٓ اَحَدًا

Bibêje: “Ez jî enceq wekî we beşerek im. Ji min re wiha tê wehîy kirin ku: ‘Îlâhê we enceq yek îlâh e.’ Êdî kî hêvî dike ku wê rastî Rabbê xwe bê (û mukâfatekê jê bistîne) bila amelên salih bike û qet tu tiştî ji Rabbê xwe re şirîk çêneke.”

Jêrenot
(Qur'ana Kerîm, ji bo pejirandina amelan ku ew amel li axîretê biguhere mukâfatê tehev/komînak sê şertan diyar kiriye ku ji wan du heb di vê ayetê de ne: a. Ew kesê amel dike pewîst e ku li ser tewhîdê be, yanê muwahhîd be ku ji Allah (ac) re şirîk çênake. (Bnr. 14/Îbrahîm, 18; 24/Nûr, 39) b. Pêwist e ku ew, amele salih be. Yanê li gorî şerîetê û sunneta pêxember be. (Bnr. 3/Âl-î Îmran, 31-32; 4/Nîsa, 64) Rasûlullah (ass) wiha ferman kiriye: “Her kî amelekî bike û amelê ku kiriye ne li ser sunneta min be ew amêlê wî merdûd e/ne meqbûl e.” (Buxarî, 2697; Muslîm, 1718) c. Divê ew amel bi îxlâs be. Amel, divê tenê bitenê ji bo razîbûna Allah pêk bê û qet tu xaye û meqsedekî din tevlî wê amelê neke. Rasûlullah (ass) wiha ferman kiriye: “Allah (ac) di roja qiyametê de wiha ferman dike: “Ez ji şirkê mustexnî me/berî me/dûr im. Kî amelekî bike û di amelê xwe de ji xeynî min kesekî din bike şirîk ez wî jî û amelê wî jî diterikînim.” (Muslîm, 2985)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.