110Sûreya Kehf
قُلْ اِنَّمَٓا اَنَا۬ بَشَرٌ مِثْلُكُمْ يُوحٰٓى اِلَيَّ اَنَّمَٓا اِلٰهُكُمْ اِلٰهٌ وَاحِدٌۚ فَمَنْ كَانَ يَرْجُوا لِقَٓاءَ رَبِّه۪ فَلْيَعْمَلْ عَمَلًا صَالِحًا وَلَا يُشْرِكْ بِعِبَادَةِ رَبِّه۪ٓ اَحَدًا
Bibêje: “Ez jî enceq wekî we beşerek im. Ji min re wiha tê wehîy kirin ku: ‘Îlâhê we enceq yek îlâh e.’ Êdî kî hêvî dike ku wê rastî Rabbê xwe bê (û mukâfatekê jê bistîne) bila amelên salih bike û qet tu tiştî ji Rabbê xwe re şirîk çêneke.”
Jêrenot
(Qur'ana Kerîm, ji bo pejirandina amelan ku ew amel li axîretê biguhere mukâfatê tehev/komînak sê şertan diyar kiriye ku ji wan du heb di vê ayetê de ne:
a. Ew kesê amel dike pewîst e ku li ser tewhîdê be, yanê muwahhîd be ku ji Allah (ac) re şirîk çênake. (Bnr. 14/Îbrahîm, 18; 24/Nûr, 39)
b. Pêwist e ku ew, amele salih be. Yanê li gorî şerîetê û sunneta pêxember be. (Bnr. 3/Âl-î Îmran, 31-32; 4/Nîsa, 64)
Rasûlullah (ass) wiha ferman kiriye: “Her kî amelekî bike û amelê ku kiriye ne li ser sunneta min be ew amêlê wî merdûd e/ne meqbûl e.” (Buxarî, 2697; Muslîm, 1718)
c. Divê ew amel bi îxlâs be. Amel, divê tenê bitenê ji bo razîbûna Allah pêk bê û qet tu xaye û meqsedekî din tevlî wê amelê neke. Rasûlullah (ass) wiha ferman kiriye: “Allah (ac) di roja qiyametê de wiha ferman dike: “Ez ji şirkê mustexnî me/berî me/dûr im. Kî amelekî bike û di amelê xwe de ji xeynî min kesekî din bike şirîk ez wî jî û amelê wî jî diterikînim.” (Muslîm, 2985)