36Sûreya Kehf
وَمَٓا اَظُنُّ السَّاعَةَ قَٓائِمَةًۙ وَلَئِنْ رُدِدْتُ اِلٰى رَبّ۪ي لَاَجِدَنَّ خَيْرًا مِنْهَا مُنْقَلَبًا
“Jixwe ez zen nakim ku qiyamet jî rabe. Eger (welew qiyamet rabe û) ez bal bi Rabbê xwe ve bême vegerandin jî helbet ez ê li wir ya ji vêya bixêrtir bibînim.”
Jêrenot
(Ji taybetîyên hevpar yên muşrîkan yek jî ev e: Nîmetên ku Allah (ac) ji bo îmtîhanê daye wan bi xeletî fêm dikin û ew li cem xwe zen dikin û li cem xwe dibêjin ku ew bixwe li îndallah/li cem Allah însanên/civakên pir bi rûmet in. Ew li ba xwe difikirin ku eger Allah (ac) ji me hez nekirana û ji vê rewşa me ne razî bûna ew qas nîmet ne dida me. (Bnr.34/Sebe, 34-37) Halbûkî; digel îsyana ji Allah (ac) re eger nîmet zêde bibin ev, îstîdrac e. (Yanê gav bi gav nêzîkahîya ferd an jî civak bal bi ezabê ve. Bnr.6/En’am, 44-45))