Sure 108

Sûreya Kewser

Mekke3 ayetKewser

الكوثر
Der barê Sûreyê de

Sûreya Kewser, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sê (3) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û heştemîn e. Navê xwe ji ayeta pêşî ku tê de peyva “Kewser” dibore sitendîye. Di heman demê de sûreya herî kurt ya di Qur’anê de ye. Wekî sûreyên Dûhâ û Înşîrâh, sûreya Kewser jî der barê Rasûlullah (ass) de ye. Muşrîkên Mekkeyê ji ber ku zarokên Rasûlullah (ass) yên kur wefat kiribûn di nav xwe de ji bo wî digotin “Tovê wî qelîya… Bêdûnde ye.” Li ser vê bûyerê sûreya Kewser nazil bû.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّٓا اَعْطَيْنَاكَ الْكَوْثَرَۜ

Bêguman me, Kewser (a ji çemên cennetê) daye te.

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَصَلِّ لِرَبِّكَ وَانْحَرْۜ

(Ji bo vêya wek şikur) ji Rabbê xwe re nimêj bike û ji bo wî qurban serjê bike.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّ شَانِئَكَ هُوَ الْاَبْتَرُ

Ya rast ev e ku; ew ê ji te dikeribe û neyartî dike (heye!) Yê ebter/bêdunde ew bixwe ye.