﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke7 ayetAlîkarî
Sûreya Maûn Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û heft (7) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û heftemîn e. Navê sûreyê ji peyva “Maûn” tê ku ev kelîme di ayeta dawî de dibore û tê ser maneya “bi dayîna tiştekî alîkari kirin.” Di sûreya Maûn de rewşa kesên ku dîn diderewînin û ew ên ji bo nîşandarîyê nimêj dikin û sewîyan kêm dibinin û wan têr nakin û ji bo alîkarîyê dibin asteng tê vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
اَرَاَيْتَ الَّذ۪ي يُكَذِّبُ بِالدّ۪ينِۜ
Ma te wî yê ku (hukmên) Dîn diderewîne dît?
فَذٰلِكَ الَّذ۪ي يَدُعُّ الْيَت۪يمَۙ
Ha ev e yê ku kesê sêwî dehf dide û berdide wî.
وَلَا يَحُضُّ عَلٰى طَعَامِ الْمِسْك۪ينِۜ
Teşwîqa têrkirina feqîran jî nake.
فَوَيْلٌ لِلْمُصَلّ۪ينَۙ
Weyl li wan nimêjkeran be!
اَلَّذ۪ينَ هُمْ عَنْ صَلَاتِهِمْ سَاهُونَۙ
Ew in ku ji nimêja xwe xafil in.
اَلَّذ۪ينَ هُمْ يُرَٓاؤُ۫نَۙ
Ew in ku rîyakarîyê dikin.
وَيَمْنَعُونَ الْمَاعُونَ
Û ew, ji alîkarîya rojane re ya di nav însanan de jî dibin asteng.