112Sûreya Maîde
اِذْ قَالَ الْحَوَارِيُّونَ يَا ع۪يسَى ابْنَ مَرْيَمَ هَلْ يَسْتَط۪يعُ رَبُّكَ اَنْ يُنَزِّلَ عَلَيْنَا مَٓائِدَةً مِنَ السَّمَٓاءِۜ قَالَ اتَّقُوا اللّٰهَ اِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِن۪ينَ
Hewarîyan gotin: “Ya Îsâyê kurê Meryem! Gelo tu dikarî ji Rabbê xwe daxwaz bikî ku ji asîmanan ji me re sifreyekî daxîne? (Îsâ) got: “Eger hûn mumîn in, ji Allah bitirsin û xwe biparêzin.”
Jêrenot
(Di vê ayetê de du qiraetê cuda hene.
A yekemîn: Ev qiraet e: ...هَلْ يَسْتَط۪يعُ رَبُّكَ ku qiraeta giştî ye. Tê ser maneya “Qudreta wî digihîjê ku Rabbê te sifreyekî daxîne?”
A duyemîn: Qiraeta Îmam Kîsaî (rh) ye ku ew jî wiha dixwîne: هل تَسْتَطِيعُ رَبَّكَ
Ev qiraet ji Rasûlullah (ass) rîwayet bûye. (Hakîm, Mustedrek, 2935; Tirmizî, 2930) Em jî di meala xwe de vê qiraetê esas digirin. Hin kesan xwe sipartine qiraeta yekemîn û îdîayeke wiha dane pêş: “Hewarîyan ji qudreta Allah (ac) di gumanê de bûn”.
Hal ev e ku der heqê wan evdên bijare (Hewarîyan) de, digel ku Allah (ac) ji wan re îlham kiriye (5/Mâîde, 111) û îcabetî banga Îsâ (as) kirine (3/Âl-î Îmran, 52-53) îdîayeke wisan ne lêhatî ye û gumandarîya wan a der heqê qudreta Allah (ac) de qethîyen ne mijara axaftinê ye.)