﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Medîne3 ayetSerkeftin
Sûreya Nasr, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û sê (3) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û dehemîn e. Sûreya Nasr, navê xwe ji peyva Nasr ku tê ser maneya alîkar û di ayeta yekemîn de dibore sitendîye. Fetha di sûreyê de hatîye îşaret kirin qet tu gûman tune ku fetha Mekkêyê ye. Di vê sûreyê de Allah (ac) radigihîne ku alîkarîya îlahî û fetih pêk hatîye û însan kom bi kom dikevin îslamê.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
اِذَا جَٓاءَ نَصْرُ اللّٰهِ وَالْفَتْحُۙ
Dema alîkarîya Allah û fetih hat.
وَرَاَيْتَ النَّاسَ يَدْخُلُونَ ف۪ي د۪ينِ اللّٰهِ اَفْوَاجًاۙ
Tu dibînî ku însan, fewc fewc/kom bi kom dikevin dînê Allah.
فَسَبِّحْ بِحَمْدِ رَبِّكَ وَاسْتَغْفِرْهُۜ اِنَّهُ كَانَ تَوَّابًا
(Wê demê,) Rabbê xwe bi hamd tesbîh bike û îstîxfarê jê bixwaze. Lewre ew, (yê ku evdên xwe muweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab e.