Sure 58

Sûreya Mucâdele

Medîne22 ayetTêkoşîn

المجادلة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Mucâdele, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û bîst û du (22) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pêncî û heştemîn e. Maneya peyva Mucâdele nîqaşkirin e. Sûre jî wek sûreya Mucâdele hatîye binav kirin. Di sûreyê de mijarên xeletîya zihar ku di jiyana malbatî de kevneşopekî kevin e û Allah (ac) agahdarê her tiştî ye û çewtîya pistepista çend kesan ya di nava cîvatekî de û kesên mûmîn ku wê di cennetê de bêdawî bimînin tê vegotin.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

قَدْ سَمِعَ اللّٰهُ قَوْلَ الَّت۪ي تُجَادِلُكَ فِي زَوْجِهَا وَتَشْتَك۪ٓي اِلَى اللّٰهِۗ وَاللّٰهُ يَسْمَعُ تَحَاوُرَكُمَاۜ اِنَّ اللّٰهَ سَم۪يعٌ بَص۪يرٌ

Muheqeq Allah, peyva wê jina ku der barê mêrê xwe de bi te re cidal/nîqaş dike û gilîyê xwe digihîne Allah seh kir. Allah, axaftina we ya berhemberê hevdu bihîst. Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَّذ۪ينَ يُظَاهِرُونَ مِنْكُمْ مِنْ نِسَٓائِهِمْ مَا هُنَّ اُمَّهَاتِهِمْۜ اِنْ اُمَّهَاتُهُمْ اِلَّا الّٰٓـ۪ٔي وَلَدْنَهُمْۜ وَاِنَّهُمْ لَيَقُولُونَ مُنْكَرًا مِنَ الْقَوْلِ وَزُورًاۜ وَاِنَّ اللّٰهَ لَعَفُوٌّ غَفُورٌ

Ji nav we, ew kesên ku (bi gotina “Tu ji min re wekî pişta dêya min î”) û bi jinên xwe re zihâr dikin (bila bizanibin ku bi vê gotinê) jinên wan nabin dêyên wan. Dêyên wan, enceq ew ên ku wan welidandine. Qet guman tune ku ew gotineke munker û derew/dûrî heqîyê dibêjin. Bêguman Allah (yê ku gunehan efû dike) Afûw û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَالَّذ۪ينَ يُظَاهِرُونَ مِنْ نِسَٓائِهِمْ ثُمَّ يَعُودُونَ لِمَا قَالُوا فَتَحْر۪يرُ رَقَبَةٍ مِنْ قَبْلِ اَنْ يَتَمَٓاسَّاۜ ذٰلِكُمْ تُوعَظُونَ بِه۪ۜ وَاللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَب۪يرٌ

Ew ên bi jinên xwe re zihâr dikin û paşê ji gotina xwe vedigerin, berîya ligelhevîya bi jinên xwe re bila koleyekî azad bikin. Ev şîret e ku li we hatîye kirin. Allah, ji kirinên we agahdar e.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَمَنْ لَمْ يَجِدْ فَصِيَامُ شَهْرَيْنِ مُتَتَابِعَيْنِ مِنْ قَبْلِ اَنْ يَتَمَٓاسَّاۚ فَمَنْ لَمْ يَسْتَطِعْ فَاِطْعَامُ سِتّ۪ينَ مِسْك۪ينًاۜ ذٰلِكَ لِتُؤْمِنُوا بِاللّٰهِ وَرَسُولِه۪ۜ وَتِلْكَ حُدُودُ اللّٰهِۜ وَلِلْكَافِر۪ينَ عَذَابٌ اَل۪يمٌ

Lê ew kesê ku îmkana wî (ji azadkirina kole re) tune be, bila du mehan li pey hev/bênavber rojî bigire. Kesê nikaribe (vê jî pêk bîne) bila şêst heb feqîran têr bike. Ev, ji bo ku hûn îman bi Allah û bi pêxemberê wî bînin. Ha ev, sînorên Allah in. Ji bo kafiran ezabekî biêş û jan heye.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّ الَّذ۪ينَ يُحَٓادُّونَ اللّٰهَ وَرَسُولَهُ كُبِتُوا كَمَا كُبِتَ الَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلِهِمْ وَقَدْ اَنْزَلْنَٓا اٰيَاتٍ بَيِّنَاتٍۜ وَلِلْكَافِر۪ينَ عَذَابٌ مُه۪ينٌۚ

Ew ên (sînor û qanûnên wan nas nakin û bi danîna hin sînor û qanûnên din) bi Allah û bi rasûlê wî re dijberîyê dikin; yên berîya wan çawa kêmxistî û riswa bûne ew ê jî wê wekî wan bên kêmxistin û riswakirin. Muheqeq me, ayetên eşkere daxistîye. Ji bo kafiran ezabekî riswaker heye.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَوْمَ يَبْعَثُهُمُ اللّٰهُ جَم۪يعًا فَيُنَبِّئُهُمْ بِمَا عَمِلُواۜ اَحْصٰيهُ اللّٰهُ وَنَسُوهُۜ وَاللّٰهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ شَه۪يدٌ۟

Allah, roja ku wê wan bi tevahî bivejîne, dê wan bi karûkirinên wan agahdar bike. Allah, (kirinên wan) hejmartîye (qeyd kiriye) lê wan ji bîr kiriye. Allah, şahidê li ser her tiştî ye.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَمْ تَرَ اَنَّ اللّٰهَ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۜ مَا يَكُونُ مِنْ نَجْوٰى ثَلٰثَةٍ اِلَّا هُوَ رَابِعُهُمْ وَلَا خَمْسَةٍ اِلَّا هُوَ سَادِسُهُمْ وَلَٓا اَدْنٰى مِنْ ذٰلِكَ وَلَٓا اَكْثَرَ اِلَّا هُوَ مَعَهُمْ اَيْنَ مَا كَانُواۚ ثُمَّ يُنَبِّئُهُمْ بِمَا عَمِلُوا يَوْمَ الْقِيٰمَةِۜ اِنَّ اللّٰهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَل۪يمٌ

Ma tu nabînî, ku çi tiştên li erd û esmanan hene Allah bi wan hemûyan dizane? Sê kesên ku di navbera xwe de pistepistê dikin çaremînê wan muheqeq ew (Allah) e. Şeşemînê pênc kesan jî teqez ew (Allah) e. Çi kêmtir û çi zêdetirê wan (ferq nake), her li ku derê bin (Allah) ligel wan e. Paşê roja qiyametê dê wan bi kirinên wan agahdar bike. Bêguman Allah zanayê her tiştî ye.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَمْ تَرَ اِلَى الَّذ۪ينَ نُهُوا عَنِ النَّجْوٰى ثُمَّ يَعُودُونَ لِمَا نُهُوا عَنْهُ وَيَتَنَاجَوْنَ بِالْاِثْمِ وَالْعُدْوَانِ وَمَعْصِيَتِ الرَّسُولِۘ وَاِذَا جَٓاؤُ۫كَ حَيَّوْكَ بِمَا لَمْ يُحَيِّكَ بِهِ اللّٰهُۙ وَيَقُولُونَ ف۪ٓي اَنْفُسِهِمْ لَوْلَا يُعَذِّبُنَا اللّٰهُ بِمَا نَقُولُۜ حَسْبُهُمْ جَهَنَّمُۚ يَصْلَوْنَهَاۚ فَبِئْسَ الْمَص۪يرُ

Ma ew ên ji kirina pistepistê hatibûn menkirin, te ew nedît? Piştre li ya ku jê hatine men kirin vedigerin; di gunehkarî û di dijminahî û di mijara îsyana pêxember de pistepistê (kûlîs) dikin. Dema ku ew bên cem te, bi silaveke ku Allah bi wê silav nekiriye silav li te dikin. Di dilê xwe de wiha dibêjin: “Ji ber peyvên em dibêjin ma ne hewceye ku Allah em bidana ber ezabê?” Cehennem besî wan e. Ew ê bikevin wê derê. Ew, çi cihlêvegerekî xerab e.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اِذَا تَنَاجَيْتُمْ فَلَا تَتَنَاجَوْا بِالْاِثْمِ وَالْعُدْوَانِ وَمَعْصِيَتِ الرَّسُولِ وَتَنَاجَوْا بِالْبِرِّ وَالتَّقْوٰىۜ وَاتَّقُوا اللّٰهَ الَّذ۪ٓي اِلَيْهِ تُحْشَرُونَ

Gelî ew ên îman anîne! Dema ku hûn pistepistê bikin, li ser gunehkarîyê û dijminahîyê û di îsyana pêxember de pistepistê nekin. (Eger hûn pistepist/kûlîs bikin jî) li ser teqwayê biaxivin. Ji wî Allahê ku hûn ê di hizûra wî de (bên vejandin û) bicivin bitirsin û xwe biparêzin.