Sure 74

Sûreya Muddessir

Mekke56 ayetYê Xwe Nixumandî

المدثر
Der barê Sûreyê de

Sûreya Muddessir, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pêncî û şeş (56) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heftê û çaremîn e. Peyva Muddessir, di ayeta ewil de dibore û tê ser maneya di bin libasan de pêçayî/nuxamtî. Ji ber vê yekê wek sûreya Muddessir hatîye navandin. Ev sûre usûla dawetê û taybetîyên kesên dawetvan vedibêje. Ji dawetvanan re di rêbaza dawetê de rênîşandar û rehber e. Mijarên hişyarkirina însanan û parastina wan a ji xerabîyan û rizgarkirina ji cehennemê û hêj ku fersend heye ragihandina wan a bal bi rêya rast ve tê vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

يَٓا اَيُّهَا الْمُدَّثِّرُۙ

Ya ew (pêxember) ê nuxamtî/di bin libasan de pêçayî!

قُمْ فَاَنْذِرْۙ

Rabe û hişyar bike!

وَرَبَّكَ فَكَبِّرْۙ

Û Rabbê xwe tekbîr /berz bike!

وَثِيَابَكَ فَطَهِّرْۙ

Cilê xwe paqij bigire.

وَالرُّجْزَ فَاهْجُرْۙ

Pîsîtîyê (pûtan û şirkê û muşrîkan) biterikîne.

وَلَا تَمْنُنْ تَسْتَكْثِرُۙ

Qencîya ku tu dikî bila ne ji bo bi dest xistina hê zêdetir be.

وَلِرَبِّكَ فَاصْبِرْۜ

Ji bo Rabbê xwe sebir bike.

فَاِذَا نُقِرَ فِي النَّاقُورِۙ

Dema ku li sûrê tê pifkirin,

فَذٰلِكَ يَوْمَئِذٍ يَوْمٌ عَس۪يرٌۙ

Ew roj, (bi rastî) rojeke dijwar e.

Tefsîrên Sûreya Muddessir

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.