Sure 67

Sûreya Mûlk

Mekke30 ayetMulk

الملك
Der barê Sûreyê de

Sûreya Mûlk, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sî (30) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şêst û heftemîn e. Sûre, navê xwe ji peyva Mûlk sitendîye ku ev peyv di ayeta yekemîn de dibore û tê ser maneya serwerî. Sûreya Mûlk, wekî xulasayê danasîna kaînatê ya di Qur’anê de ye. Mijara bingehîn ya di sûreyê de; heyîn û wehdanîyeta Allah (ac) û xuliqandin û teserrûfa wî ya di kaînatê de û îsbatkirina mewcûdîyeta axîretê ye. Erd, wek binrax/doşek û serastkirina esman jî wek heft tebeqe û semaya dinyayê bi xemilandina qendîlan hatîye teswîr kirin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

تَبَارَكَ الَّذ۪ي بِيَدِهِ الْمُلْكُۘ وَهُوَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌۙ

Ew (Allah) ê ku serwerîyê/hukimranîyê di destê xwe de digire çi qas berz û pîroz e. Ew qadirê her tiştî ye.

اَلَّذ۪ي خَلَقَ الْمَوْتَ وَالْحَيٰوةَ لِيَبْلُوَكُمْ اَيُّكُمْ اَحْسَنُ عَمَلًاۜ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الْغَفُورُۙ

Ew (Allah) e; ji bo ku ji we kî herî çêtir amelê xweşik dike îmtîhan bike/derxîne holê, mirin û jiyan xuliqand. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.

اَلَّذ۪ي خَلَقَ سَبْعَ سَمٰوَاتٍ طِبَاقًاۜ مَا تَرٰى ف۪ي خَلْقِ الرَّحْمٰنِ مِنْ تَفَاوُتٍۜ فَارْجِعِ الْبَصَرَۙ هَلْ تَرٰى مِنْ فُطُورٍ

Ew (Allah) e ku; di rewşa tebeqeyan de heft esman (ên her yek bi yên din re hevaheng û li ser hevdu ne) xuliqand. Tu di xuliqandina Rahmân de qet tu bêahengîtî/hevnegirtî nabînî. Va (mexluqên wî li holê ne) çavê xwe lê vegerîne, ma tu yê qet tu qelşek/gedûgek tê de bibînî?

ثُمَّ ارْجِعِ الْبَصَرَ كَرَّتَيْنِ يَنْقَلِبْ اِلَيْكَ الْبَصَرُ خَاسِئًا وَهُوَ حَس۪يرٌ

Paşê (ji bo lêgerîna qisûrê) du carê din çavê xwe lê vegerîne. Wê çav, tiştek bi dest nexistî û betilandî li te vegere.

وَلَقَدْ زَيَّنَّا السَّمَٓاءَ الدُّنْيَا بِمَصَاب۪يحَ وَجَعَلْنَاهَا رُجُومًا لِلشَّيَاط۪ينِ وَاَعْتَدْنَا لَهُمْ عَذَابَ السَّع۪يرِ

Sond be, me asîmana dinyayê bi qendîlan xemilandîye û wan (stêrkan) ji bo şeytan (ên ku dixwazin agahîyên esman bihisînin) me kir (wasite) ya recimandinê. Û me ji bo wan agirekî ku alavên bi erjeng direşîne amade kiriye.

وَلِلَّذ۪ينَ كَفَرُوا بِرَبِّهِمْ عَذَابُ جَهَنَّمَۜ وَبِئْسَ الْمَص۪يرُ

Ji ew ên Rabbê xwe înkar dikin re ezabê cehennemê heye. Ew, çi cihlêvegerekî xerab e.

اِذَٓا اُلْقُوا ف۪يهَا سَمِعُوا لَهَا شَه۪يقًا وَهِيَ تَفُورُۙ

Dema ku bi wir ve tên avêtin, (agir) dikele û pilçepilç dike, ew xirînîya wê seh dikin.

تَكَادُ تَمَيَّزُ مِنَ الْغَيْظِۜ كُلَّمَٓا اُلْقِيَ ف۪يهَا فَوْجٌ سَاَلَهُمْ خَزَنَتُهَٓا اَلَمْ يَأْتِكُمْ نَذ۪يرٌ

(Agir) ji hêrsa dike biteqe û ji hevdu biqelêşe. Her cara ku komek (bi agir ve) tên avêtin, parêzvanên wê derê ji wan dipirsin: “Ma qey hişyarkerek ji we re nehatibû?”

قَالُوا بَلٰى قَدْ جَٓاءَنَا نَذ۪يرٌ فَكَذَّبْنَا وَقُلْنَا مَا نَزَّلَ اللّٰهُ مِنْ شَيْءٍۚ اِنْ اَنْتُمْ اِلَّا ف۪ي ضَلَالٍ كَب۪يرٍ

Dibêjin: “Belê! Muheqeq ji me re hişyarkerek hat (lê) me ew derewand û (wiha) got: “Allah qet tu tiştî danexistîye, hûn bitenê di nava xerifîyeke mezin de ne.”

Tefsîrên Sûreya Mûlk

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.