﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Medîne12 ayetQedexekirin
Sûreya Tahrîm, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û dozdeh (12) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şêst û şeşemîn e. Navê sûreyê ji peyva “Tuharrîm” ku di ayeta yekemîn de dibore û tê ser maneya heram kirin hatîye sitendin û wek sûreya Tahrîm binav bûye. Di sûreyê de behsa mijara Rasûlullah (ass) ku hin tiştên helal ji xwe re wek qedexe dipejirîne û jiyana wî ya malbatî û pêdivîtîya xweparastina nefs û malbata xwe ya ji xerabîyan û xitaba Allah (ac) ya li pêxemberan û li kafiran dike tê kirin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
يَٓا اَيُّهَا النَّبِيُّ لِمَ تُحَرِّمُ مَٓا اَحَلَّ اللّٰهُ لَكَۚ تَبْتَغ۪ي مَرْضَاتَ اَزْوَاجِكَۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌ
Ya Nebî! Ji ber çi ya ku Allah ji te re helal kiriye, ji bo qayîlkirina hevjînên xwe tu ji xwe re heram dikî? Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
قَدْ فَرَضَ اللّٰهُ لَكُمْ تَحِلَّةَ اَيْمَانِكُمْۚ وَاللّٰهُ مَوْلٰيكُمْۚ وَهُوَ الْعَل۪يمُ الْحَك۪يمُ
Muheqeq Allah, rêya kefareta sondên we ji we re rave kiriye. Allah, mewlayê we ye. Ew, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
وَاِذْ اَسَرَّ النَّبِيُّ اِلٰى بَعْضِ اَزْوَاجِه۪ حَد۪يثًاۚ فَلَمَّا نَبَّاَتْ بِه۪ وَاَظْهَرَهُ اللّٰهُ عَلَيْهِ عَرَّفَ بَعْضَهُ وَاَعْرَضَ عَنْ بَعْضٍۚ فَلَمَّا نَبَّاَهَا بِه۪ قَالَتْ مَنْ اَنْبَاَكَ هٰذَاۜ قَالَ نَبَّاَنِيَ الْعَل۪يمُ الْخَب۪يرُ
Demekê Nebî, sirrekî dabû ji hevjînên xwe yekê re û wê jî agahîya vê (sirê) dabû (hevjînên din). Dema ku Allah (vê rewşê ji Nebî re) eşkere kir (pêxember, ji hevjîna xwe ya ku sirrên wî eşkere kiribû re) qismekî gotibû û qismekî din jî (negot û) rû vegerandibû. Gava (hevjîna xwe) agahdar kir, wê jî wiha got: “Kî agahîya vê da te?” (Pêxember) got: “Ew (Allah) ê (zanayê her tiştî) Alîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr xebera daye min.”
اِنْ تَتُوبَٓا اِلَى اللّٰهِ فَقَدْ صَغَتْ قُلُوبُكُمَاۚ وَاِنْ تَظَاهَرَا عَلَيْهِ فَاِنَّ اللّٰهَ هُوَ مَوْلٰيهُ وَجِبْر۪يلُ وَصَالِحُ الْمُؤْمِن۪ينَۚ وَالْمَلٰٓئِكَةُ بَعْدَ ذٰلِكَ ظَه۪يرٌ
Eger hûn (herdu) tobe bikin (ji bo we ya herî bixêrtir ev e). Lewre qelbên we averê bûye. Eger hûn li dijî (pêxember) alîkarîya hevdu bikin qet tu guman tune ku Allah û Cibrîl û mûmînên salih dostê wî ne. Piştî van melaîket jî piştevanê wî ne.
عَسٰى رَبُّهُٓ اِنْ طَلَّقَكُنَّ اَنْ يُبْدِلَهُٓ اَزْوَاجًا خَيْرًا مِنْكُنَّ مُسْلِمَاتٍ مُؤْمِنَاتٍ قَانِتَاتٍ تَٓائِبَاتٍ عَابِدَاتٍ سَٓائِحَاتٍ ثَيِّبَاتٍ وَاَبْكَارًا
Eger ew we berde, hêvî heye ku Rabbê wî di şûna we de hinek jinên ji we bixêrtir ên bakîre û jinebî îhsanî wî bike ku ew; muslîmê ne û mûmîne ne û ji dilûcan û herûdaîm itaatkâr in û tobedar in û abîde ne/îbadetkar in û rojîgir in.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا قُٓوا اَنْفُسَكُمْ وَاَهْل۪يكُمْ نَارًا وَقُودُهَا النَّاسُ وَالْحِجَارَةُ عَلَيْهَا مَلٰٓئِكَةٌ غِلَاظٌ شِدَادٌ لَا يَعْصُونَ اللّٰهَ مَٓا اَمَرَهُمْ وَيَفْعَلُونَ مَا يُؤْمَرُونَ
Gelî ew ên îman anîne! Nefsên xwe/Xwe bixwe û malbata xwe, ji wê agirê biparêzin ku ardûya/şewateya wê însan û kevir in. Li ser wê (agirê) melaîketên dijwar û xwedî hêz hene. Li wan çi emir bê kirin ew bêemrîya Allah nakin û ew tiştê ku pê hatine fermankirin dikin.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَا تَعْتَذِرُوا الْيَوْمَۜ اِنَّمَا تُجْزَوْنَ مَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ۟
Gelî kafiran! Îro uzra/lêborîna xwe nexwazin. Wê bitenê berdêla karên we ji we re bê dayîn.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا تُوبُٓوا اِلَى اللّٰهِ تَوْبَةً نَصُوحًاۜ عَسٰى رَبُّكُمْ اَنْ يُكَفِّرَ عَنْكُمْ سَيِّـَٔاتِكُمْ وَيُدْخِلَكُمْ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُۙ يَوْمَ لَا يُخْزِي اللّٰهُ النَّبِيَّ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا مَعَهُۚ نُورُهُمْ يَسْعٰى بَيْنَ اَيْد۪يهِمْ وَبِاَيْمَانِهِمْ يَقُولُونَ رَبَّنَٓا اَتْمِمْ لَنَا نُورَنَا وَاغْفِرْ لَنَاۚ اِنَّكَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ
Gelî ew ên îman anîne! Ji Allah re bi tobeyeke nasuh (bi ezma carekî din lênevegera gunehan) tobe bikin. Hêvî heye ku Rabbê we qisûrên we binixumîne û we bêxe cennetên di bin wan de çem diherikin. Wê rojê Allah, pêxemberê xwe û mûmînên ligel wî riswa nake. Nûra wan di pêşîya wan de dibeze (û diberiqe). Ji milê xwe yê rastê (defterên xwe yên amelê sitendine.) Dibêjin: “Rabbê me! Nûra me temam bike û gunehên me bibexşîne. Lewre tu, li ser her tiştan qadir î.”
يَٓا اَيُّهَا النَّبِيُّ جَاهِدِ الْكُفَّارَ وَالْمُنَافِق۪ينَ وَاغْلُظْ عَلَيْهِمْۜ وَمَأْوٰيهُمْ جَهَنَّمُۜ وَبِئْسَ الْمَص۪يرُ
Ya Nebî! Bi kafir û munafiqan re şer bike û li dijî wan dijwar be. Sitargeha/hêwirgeha wan cehennem e. Ew der çi cihlêvegereke xerab e.
ضَرَبَ اللّٰهُ مَثَلًا لِلَّذ۪ينَ كَفَرُوا امْرَاَتَ نُوحٍ وَامْرَاَتَ لُوطٍۜ كَانَتَا تَحْتَ عَبْدَيْنِ مِنْ عِبَادِنَا صَالِحَيْنِ فَخَانَتَاهُمَا فَلَمْ يُغْنِيَا عَنْهُمَا مِنَ اللّٰهِ شَيْـًٔا وَق۪يلَ ادْخُلَا النَّارَ مَعَ الدَّاخِل۪ينَ
Allah, ji kafiran re hevjîna Nûh û Lût wek mîsal da. Ew herdu jî di bin (mehra) evdên me yên salih/qenc de bûn. Herduyan jî (bi alîgirîya qewmên xwe yên muşrîk) îxanet (li mêrên xwe) kirin. (Digel ku mêrên wan pêxember jî bûn) li hemberî Allah, qet tu feyde negihîşte wan. Hate gotin: “Ligel wan ên dikevinê re hûn jî bikevin nava agir.”
وَضَرَبَ اللّٰهُ مَثَلًا لِلَّذ۪ينَ اٰمَنُوا امْرَاَتَ فِرْعَوْنَۢ اِذْ قَالَتْ رَبِّ ابْنِ ل۪ي عِنْدَكَ بَيْتًا فِي الْجَنَّةِ وَنَجِّن۪ي مِنْ فِرْعَوْنَ وَعَمَلِه۪ وَنَجِّن۪ي مِنَ الْقَوْمِ الظَّالِم۪ينَۙ
Allah, ji wan ên îman anîne re jina Fîrewn mîsal da. Demekê wê gotibû: “Rabbê min! Ji min re li cem xwe, di cennetê de xanîyekî çêke. Min ji Fîrewn û ji karên wî yê xerab û civaka zilimkaran xelas bike.”
وَمَرْيَمَ ابْنَتَ عِمْرٰنَ الَّت۪ٓي اَحْصَنَتْ فَرْجَهَا فَنَفَخْنَا ف۪يهِ مِنْ رُوحِنَا وَصَدَّقَتْ بِكَلِمَاتِ رَبِّهَا وَكُتُبِه۪ وَكَانَتْ مِنَ الْقَانِت۪ينَ
(Allah) Meryema keça Îmran jî (wek mînak dide). Ew a ku îffeta xwe parast û me jî ji rûhê xwe pifkirê. Wê jî Kitêb û kelîmeyên Rabbê xwe rastand. Ew, ji dilûcan hertim ji îtaetkaran bû.