Vegere Sûreya Mu’mînûn

Mu’mînûnالمؤمنون

90. Ayet

90Sûreya Mu’mînûn
Di Mushefê de Veke

بَلْ اَتَيْنَاهُمْ بِالْحَقِّ وَاِنَّهُمْ لَكَاذِبُونَ

(Nexêr ne wisan e!) Bi rastî me ji wan re ya heq anî. Bêguman ew derewkar in.

Jêrenot
(Di pir ayetên Qur'anê de ji muşrîkan pirsên mînahev hatine pirsîn û diyarbûye ku herdem ji van pirsan re bersiva “Allah” didin. Lê ev bersivên hanê ji wan nehatîye pejirandin û binê heqîqeta derewkarîya wan hatîye xêzkirin. Mirovekî ku bersiva van pirsan li ser bawerîyê wek “Allah” dide, gelo bi çi bahaneyê/hincetê tê îzahkirin ku dev ji Allah (ac) berde û pûtên bi destê xwe çêkiriye re perestîyê bike û digel hukmên Allah (ac) qanûnan çêbike û dev ji nîzama/pergala Allah (ac) berde û bide pey qanûn û îdeolojîyên beşerî? Ev kesên hanê dizanin û îqrar dikin ku Allah (ac) xaliqê erd û asîman e, ligel vê Allah (ac) di ayetekî de wiha ferman dike: “Bibêje: “Nexwe hûn in wî (Allah) yê ku erd di du rojan de xuliqandîye înkar dikin û jê re şirîkan/hevpişkan çêdikin? Ew Rabbê aleman e.” (41/Fussîlet, 9) Şirîk çêkirina ji Allah (ac) re tê ser maneya înkar kirina Allah (ac). Welew ku muşrîk bi zimanê xwe bibêje: “Rabbê min Allah e” jî rewş naguhere. Ev rewşa wî ji derewekî îbaret e ku; bi zimanê xwe hebûn û yekîtîya Allah (ac) îqrar dike lê bi azayên xwe û amelên xwe înkar dike.)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

90- Hayır, biz onlara hakkı getirdik, ancak onlar gerçekten yalancıdırlar.(83)