Sure 64

Sûreya Texabûn

Medîne18 ayetXapandin

التغابن
Der barê Sûreyê de

Sûreya Texabûn, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û hijdeh (18) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şêst û çaremîn e. Sûreya, navê xwe ji peyva Texabûn sitendîye ku di ayeta 9. de dibore û tê ser maneya xapînê. Sûre, mijarên qûdreta Allah (ac) û jê pê ve tunebûna îlahan û agahdarîya wî ya li ser her tiştî û rewşa qewmên borî yên kafir ku wê bikevin dojehê û kesên mûmîn ku wê bikevin cennetê vedibêje.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يُسَبِّحُ لِلّٰهِ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۚ لَهُ الْمُلْكُ وَلَهُ الْحَمْدُۘ وَهُوَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ

Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Hakimîyet/serwerî bitenê aîdê wî ye. Hemd, bitenê jê re ye. Ew, qadirê her tiştî ye.

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

هُوَ الَّذ۪ي خَلَقَكُمْ فَمِنْكُمْ كَافِرٌ وَمِنْكُمْ مُؤْمِنٌۜ وَاللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَص۪يرٌ

Ew e, yê ku we xuliqandîye. Ji we hinek kafir in û hinek jî mûmîn in. Allah, bînerê karên we ye.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ بِالْحَقِّ وَصَوَّرَكُمْ فَاَحْسَنَ صُوَرَكُمْۚ وَاِلَيْهِ الْمَص۪يرُ

Erd û esmanan bi heqî xuliqandîye. Sûret/sîma da we û sûretên we xweşik kiriye. Veger bitenê jê re ye.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَعْلَمُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَيَعْلَمُ مَا تُسِرُّونَ وَمَا تُعْلِنُونَۜ وَاللّٰهُ عَل۪يمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ

Bi tiştên li erd û esmanan dizane. Tiştê ku hûn vedişêrin jî û eşkere dikin jî dizane. Allah, tiştê di singan de veşartî ye dizane.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَمْ يَأْتِكُمْ نَبَؤُا الَّذ۪ينَ كَفَرُوا مِنْ قَبْلُۘ فَذَاقُوا وَبَالَ اَمْرِهِمْ وَلَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌ

Ma agahîya wan kafirên berî niha (jîyîne) negihîşte we? Wan (ezab) a webala amelên xwe tam kirin. Ji bo wan ezabekî biêş û jan heye.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

ذٰلِكَ بِاَنَّهُ كَانَتْ تَأْت۪يهِمْ رُسُلُهُمْ بِالْبَيِّنَاتِ فَقَالُٓوا اَبَشَرٌ يَهْدُونَنَاۘ فَكَفَرُوا وَتَوَلَّوْا وَاسْتَغْنَى اللّٰهُۜ وَاللّٰهُ غَنِيٌّ حَم۪يدٌ

Sebebê vê ev e, pêxemberên wan bi delîlên xipxûya ji wan re dihatin. Lê wan digotin: “Ma qey wê însan rêya rast nîşanî me bidin?” Ketin kufrê û rû vegerandin. Allah jî nîşan da ku ne muhtacê (bawerî û îbadetên) wan e. Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy û (yê ku herî zêde ji hemd û pesinandinê re layiq) Hamîd bixwe ye.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

زَعَمَ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اَنْ لَنْ يُبْعَثُواۜ قُلْ بَلٰى وَرَبّ۪ي لَتُبْعَثُنَّ ثُمَّ لَتُنَبَّؤُ۬نَّ بِمَا عَمِلْتُمْۜ وَذٰلِكَ عَلَى اللّٰهِ يَس۪يرٌ

Ew ên kafir îdîa kirin ku wê neyên vejandin. Bibêje: “(Nexêr, ne wisan e!) Qesem bi Rabbê min be ku, hûn ê helbet bên vejandin û paşê hûn ê ji karên xwe bên agahdar kirin. Ev, ji Allah re pir hêsan e.”

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَاٰمِنُوا بِاللّٰهِ وَرَسُولِه۪ وَالنُّورِ الَّذ۪ٓي اَنْزَلْنَاۜ وَاللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَب۪يرٌ

Îman bi Allah û bi pêxemberê wî û bi nûra ku me daxistîye bînin. Allah, ji karên we agahdar e.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَوْمَ يَجْمَعُكُمْ لِيَوْمِ الْجَمْعِ ذٰلِكَ يَوْمُ التَّغَابُنِۜ وَمَنْ يُؤْمِنْ بِاللّٰهِ وَيَعْمَلْ صَالِحًا يُكَفِّرْ عَنْهُ سَيِّـَٔاتِه۪ وَيُدْخِلْهُ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَٓا اَبَدًاۜ ذٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظ۪يمُ

Roja ku dê we ji bo Roja Civînê bigihîne hevdu, ha ew roj Roja Texabûnê/Roja Xapînê ye. Kî îman bi Allah bîne û amelên salih bike, dê qisûrên wan binixûmîne û wan bêxe cennetên di bin wan de çem diherikin ku wê di wan de ebedî bimînin. Rizgarîya/qezenca mezin ha ev e.