Sure 82

Sûreya Înfîtar

Mekke19 ayetQelişîn

الانفطار
Der barê Sûreyê de

Sûreya Înfîtar, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û nozdeh (19) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heştê û duyemîn e. “Înfîtar” tê ser maneya qelişandin. Ev sûre, bi gelemperî behsa bûyerên qiyametê dike û berpirsîyarîyên însan ya li dij Allah (ac) û her tiştên ku însan dikin bê îstîsna ji alî melaîketan ve tên qeydkirin û ew ên qenc dikevin cennetê û yên mucrîm jî dikevin cehenneme vedibêje.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اِذَا السَّمَٓاءُ انْفَطَرَتْۙ

Dema ku asîman diqelişe,

وَاِذَا الْكَوَاكِبُ انْتَثَرَتْۙ

Dema ku stêrk hildiweşin û belav dibin,

وَاِذَا الْبِحَارُ فُجِّرَتْۙ

Dema ku behr tên teqîn/tên beliqîn û fûrandin,

وَاِذَا الْقُبُورُ بُعْثِرَتْۙ

Dema ku qebr/gor serûbinî hev dibin,

عَلِمَتْ نَفْسٌ مَا قَدَّمَتْ وَاَخَّرَتْۜ

Her nefs (çi karên) teqdîm kiriye û (çi terk kiriye û) daye paş, hîn dibe.

يَٓا اَيُّهَا الْاِنْسَانُ مَا غَرَّكَ بِرَبِّكَ الْكَر۪يمِۙ

Ya însan! Çi tiştî tu li hemberî Rabbê te yê Kerîm xapandîye?

اَلَّذ۪ي خَلَقَكَ فَسَوّٰيكَ فَعَدَلَكَۙ

Ew e ku te xuliqand û te rêkûpêk kir û li ser ahengê/muwazeneyê çêkir.

ف۪ٓي اَيِّ صُورَةٍ مَا شَٓاءَ رَكَّبَكَۜ

Bi awayekî ku daxwaz kiriye te civand û heyî kir.

كَلَّا بَلْ تُكَذِّبُونَ بِالدّ۪ينِۙ

Nexêr! Berevajî, hûn hisabê diderewînin.

Tefsîrên Sûreya Înfîtar

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.