Vegere Sûreya Nahl

Nahlالنحل

74. Ayet

74Sûreya Nahl
Di Mushefê de Veke

فَلَا تَضْرِبُوا لِلّٰهِ الْاَمْثَالَۜ اِنَّ اللّٰهَ يَعْلَمُ وَاَنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ

(Bi şibandina Allah bi hin heyînên din û bi şibandina hin heyînên din jî bi Allah) li ser Allah qet tu mînakan/mîsalan nedin. (Mîsala der barê Allah de bê dayîn enceq) Allah dizane, hûn nizanin.

Jêrenot
(Ji ber ku qet tu tiştek nabe misl û menend û wekhev an jî nêzî Allah (ac), divê li ser mîsal dayîna hebûn û yekîtîya Allah (ac) de pir bi dîqat bê tevgerîn. Bêguman yê ku şan û ezamet û îzzet û celaleta xwe herî baş ew dizane, enceq Allah (ac) der heqê xwe de bikaribe mîsalan bide. Pêwiste ku însan jî bi van mîsalan bes bikin. Kesên muşrîk, Allah (ac) dişibînin hin heyînan û ji ve qiyasê jî hin encaman bi dest dixistin. Mesela ew ji xwe re dibêjin çawa ku melîkek/rayedarek nikaribe bê şirîk û alîkar û wezîrek birêvebirina xwe bimeşîne weke vê divê ku ji bo Allah jî şirîk û alîkarên ku di kaînatê de teserrûfê bikin hebin. Bi mîsala çawa ku bê navber mirovek nikare xwe bigijîne Hikumdarek an giregirek weke vê, digotin pêwiste ku hin wesîle hebin da ku mirov bigihînin Allah: “Evana li îndallah/li cem Allah ji bo me şefaetvan in.” (10/Yûnus, 18) û “wesîleyên ku me digihînin Allah in.” (39/Zûmer, 3).”)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

74- Artık Allah'a benzerler aramağa kalkışmayın;(65) çünkü Allah bilir, siz ise bilmezsiniz.