Sure 78

Sûreya Nebe

Mekke40 ayetXeber

النبإ
Der barê Sûreyê de

Sûreya Nebe, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û çil (40) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heftê û heştemîn e. Sûreya Nebe, navê xwe ji peyva Nebe sitendîye. Ev peyv di ayeta duyemîn de dibore û tê ser maneya agahîya mezin/giring. Di sûreyê de wekî “Me erd kiriye binrax/doşek?” û “Me çiyan jî kiriye qazix” hin îfadeyên balrakêş hene. Di sûreya Nebe de mijarên bi pifkirina Sûr, bûyerên ku wê pêk bên û mukâfaten cennetîyan û cezayên cehennemîyan tê vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

عَمَّ يَتَسَٓاءَلُونَۚ

Ew çi ji hevdu dipirsin?

عَنِ النَّبَاِ الْعَظ۪يمِۙ

Wê xebera mezin!

اَلَّذ۪ي هُمْ ف۪يهِ مُخْتَلِفُونَۜ

(Qiyamet) a ku der heqê wê de di îxtîlafê de ne.

كَلَّا سَيَعْلَمُونَۙ

Qet/Tu car! (wekî ku ew li ser îxtîlaf dikin qiyamet, ne gumanbar û ne nediyar e.) Wê di nêz de bibînin/fêm bikin.

ثُمَّ كَلَّا سَيَعْلَمُونَ

Bi hezar caran qet/tu car! Wê di nêz de bizanibin.

اَلَمْ نَجْعَلِ الْاَرْضَ مِهَادًاۙ

Ma me ser rûyê erdê nekiriye binrax/doşek?

وَالْجِبَالَ اَوْتَادًاۖ

Me çiyan jî (nekir) qazix?

وَخَلَقْنَاكُمْ اَزْوَاجًاۙ

Me hûn cot (wek jin û mêr) xuliqandin.

وَجَعَلْنَا نَوْمَكُمْ سُبَاتًاۙ

Me xewa we kiriye îstirahet.

Tefsîrên Sûreya Nebe

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.