104Sûreya Nîsa
وَلَا تَهِنُوا فِي ابْتِغَٓاءِ الْقَوْمِۜ اِنْ تَكُونُوا تَأْلَمُونَ فَاِنَّهُمْ يَأْلَمُونَ كَمَا تَأْلَمُونَۚ وَتَرْجُونَ مِنَ اللّٰهِ مَا لَا يَرْجُونَۜ وَكَانَ اللّٰهُ عَل۪يمًا حَك۪يمًا۟
(Ji bo dûvketina neyarên xwe dema hûn hatin gazîkirin xesar û westabûna şer nekin hincet û) hûn di mijara dûvketin û girtina koma (dijminê xwe de) nekevin sistahîyê. Eger hûn diêşin ew jî weke we diêşin. Bi ser de, tiştên (wekî rizaya îlâhî û xêr û cennet) ku ew hêvî nakin hûn ji Allah hêvî dikin. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.