105Sûreya Nîsa
اِنَّٓا اَنْزَلْنَٓا اِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِتَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ بِمَٓا اَرٰيكَ اللّٰهُۜ وَلَا تَكُنْ لِلْخَٓائِن۪ينَ خَص۪يمًاۙ
Ji bo tu di navbera însanan de wekî ku Allah nîşanî te daye hikum bikî me Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji xayînan re ne be alîgir/parêzvan.
Jêrenot
(Meqseda nuzûla Qur'ana Kerîm di van ayetan de beyan bûye: Ji bo tunekirina/dabinkirina îxtîlafên navbera însanan (2/Baqara, 213), pejirandina qanûna bingehîn (makeqanûn) û di navbera însanan de hikumkirina pê (4/Nîsa, 105), mizgînî dayîna ji mumînan re û tirsandina/qurifandina kafiran (19/Meryem, 97) hişyarkirina hemû heyînan û pêk anîna hûccetullah (25/Furqân, 1; 6/En’âm, 19), fikirîna/ramandina li ser ayetên wê û şîret girtina jê (38/ Sâd, 29), rêkirin û xirikandina însanan ji bo Bawerîya yekgirtina/tewhîdkirina Allah û îbadetkirina bitenê jê re (11/Hûd, 1-2), ji bo derxistina însanan ji tarîtîyan araste kirin/tewcîh kirina bi ronahîya îslâmê ve (14/Îbrahîm, 1), ji bo sebatkirin û rê pêşkirina/rê nîşandana mumînan (16/Nahl, 102) û ji bo ku ji mumînan re bibe rahmet û şîfa (17/Îsrâ, 82)...)