Vegere Sûreya Nîsa

Nîsaالنساء

136. Ayet

136Sûreya Nîsa
Di Mushefê de Veke

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اٰمِنُوا بِاللّٰهِ وَرَسُولِه۪ وَالْكِتَابِ الَّذ۪ي نَزَّلَ عَلٰى رَسُولِه۪ وَالْكِتَابِ الَّذ۪ٓي اَنْزَلَ مِنْ قَبْلُۜ وَمَنْ يَكْفُرْ بِاللّٰهِ وَمَلٰٓئِكَتِه۪ وَكُتُبِه۪ وَرُسُلِه۪ وَالْيَوْمِ الْاٰخِرِ فَقَدْ ضَلَّ ضَلَالًا بَع۪يدًا

Gelî ew ên îmân anîne! Bi Allah û bi pêxemberê wî û bi Kitêba ji pêxemberê xwe re nazil kiriye û bi Kitêba ku berê de nazil kiriye re îmân bînin. Kî jî înkara Allah û melâiketên wî û Kitêbên wî û pêxemberên wî û roja axîretê bike, bêguman ew di nava xerîfîyeke kur (ku vegera wî ya bi heqê ve pir zor) de ye.

Jêrenot
(Hevoka “Gelî ew ên îmân anîne! ...îman bînin.” delaletê wê tiştê dike ku kesên mumîn li ser îmanê sebat bikin û ev mijara muhîm herûdaîm di rojeva wan de be. Allah (ac) ji mumînan daxwaza îmaneke wisan dike ku ew daîma zindî ye û xwedîyê xwe berhêlî teqwayê dike û bi delîlên nû re ew îmân roj bi roj hê zêdetir zexim dibe. Ev meqseda ha jî enceq bi vê tiştê hasil bibe: Xwendin û tefekkûra ayetên kewnî yên ku Allah (ac) di kaînatê de xuliqandîye û ji ezameta Allah re dibin delîlên eşkere. Ji xeynî vê xwendin û tefekkûra ayetên Qur'ana Kerîm ku ew ayet rûh û aqlê insan têr û tetmîn dike.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.