Vegere Sûreya Nîsa

Nîsaالنساء

137. Ayet

137Sûreya Nîsa
Di Mushefê de Veke

اِنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا ثُمَّ كَفَرُوا ثُمَّ اٰمَنُوا ثُمَّ كَفَرُوا ثُمَّ ازْدَادُوا كُفْرًا لَمْ يَكُنِ اللّٰهُ لِيَغْفِرَ لَهُمْ وَلَا لِيَهْدِيَهُمْ سَب۪يلًاۜ

Bêguman ew ên ku îmân anîn û piştre bûne kafir, paşê dîsa îmân anîn û dawî de dîsa bûne kafir û di kufra xwe de zêde pê de çûne, Allah wan mexfîret nake û rêya rast jî nîşanî wan nade.

Jêrenot
(Kesên di vê ayetê de behsa wan dibe der heqê wan de nirxandineke wiha hatîye kirin ku; ewana munafiqên ku di navbera îmân û kufrê de herûdaîm di rewşa çûnehatê de ne. Ev, sinca/karaktera wan munafiqan e. Ew çiqas ji kufrê derdikevin û dikevin îmanê an jî ji îmanê derdikevin û noqî kufrê dibin, herî zêdetir ji heqqê dûr dikevin û di kufrê de pêş ve diçin. Hin mufessîr jî vê ayetê wiha rave dikin: Kesên bûne mijara vê ayetê Cihû ne. Cihûyan îmân bi Mûsa (as) anîbûn. Piştre perestîya golikê kirin û bûn ji kafiran. Paşê tobe kirin û carekî din îmân anîn. Dema ku Îsa (as) wek pêxember hat, pêxemberîya wî înkar kirin û carekî din noqî kufrê bûn. Di dawî de li dij Rasûlullah de (ass) neyartîyeke dijwar kirin û bi vê awayê di kufra xwe de zêde pêş de çûn.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.