15Sûreya Nîsa
وَالّٰت۪ي يَأْت۪ينَ الْفَاحِشَةَ مِنْ نِسَٓائِكُمْ فَاسْتَشْهِدُوا عَلَيْهِنَّ اَرْبَعَةً مِنْكُمْۚ فَاِنْ شَهِدُوا فَاَمْسِكُوهُنَّ فِي الْبُيُوتِ حَتّٰى يَتَوَفّٰيهُنَّ الْمَوْتُ اَوْ يَجْعَلَ اللّٰهُ لَهُنَّ سَب۪يلًا
Ji jinên we yên ku zinayê kirine, ji nava xwe (li ser vê cirma wan) çar şahidan bînin. Eger ew şahidî bikin, êdî heta ku mirina wan bê an jî heta Allah ji wan re rêyekî derxîne wan di xanîyan de bigirin.
Jêrenot
(Piştî îslamê di wan salên pêşî de jinên ku zina dikirin hetanî mirina wan di xanîyan de dihatin sekinandin. Rasûlullah (ass) wiha got: ‘(Ehkamê îslamê) ji min bistînin. Bêguman Allah ji bo wan rêyek vekirîye. Eger mêr û jinê azeb (yên bêkar) zina bikin, sed dar li her yek ji wan bidin û wan salekî nefî/sirgûn bikin. Eger mêrê bi jîn û jina mehrkirî (her du jî zewicandî) zina bikin sed dar li her yek ji wan bidin û wan birecimînin (bidin ber keviran).’ (Muslîm, 1690))