16Sûreya Nîsa
وَالَّذَانِ يَأْتِيَانِهَا مِنْكُمْ فَاٰذُوهُمَاۚ فَاِنْ تَابَا وَاَصْلَحَا فَاَعْرِضُوا عَنْهُمَاۜ اِنَّ اللّٰهَ كَانَ تَوَّابًا رَح۪يمًا
Ji nav we ew ên ku zinayê dikin, ezîyetê bidin wan. Eger tobe bikin û xwe rast bikin êdî dev ji ezîyetê berdin. Lewre Allah, (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Jêrenot
(Mucahîd (rh.) di Tefsîru’l Qur'ani’l Azîm de dibêje ku ev ayet ji bo munasebetên hevzayendî/homoseksuelî nazil bûye. Ebû Muslîm El-Îsfehanî jî diyar dike ku ayeta pazdemîn (15.) li ser jinên hevzayend û ayeta şazdemîn (16.) jî li ser mêrên hevzayend nazil bûye. Allahûalem.)