62Sûreya Nîsa
فَكَيْفَ اِذَٓا اَصَابَتْهُمْ مُص۪يبَةٌ بِمَا قَدَّمَتْ اَيْد۪يهِمْ ثُمَّ جَٓاؤُ۫كَ يَحْلِفُونَ بِاللّٰهِ اِنْ اَرَدْنَٓا اِلَّٓا اِحْسَانًا وَتَوْف۪يقًا
Lê dema ji ber ya ku bi destê xwe (kirine) û (bi sedema vê gunehê) musîbetek tê serê wan ka halê wan çawa dibe? Paşê jî têne cem te û sond dixwin û dibêjin: “Me bitenê qencî û serkeftin daxwaz kiriye.”
Jêrenot
(Ew kesên ji şerîeta Allah (ac) rû zivirandine û berê xwe dane qanûnên beşerî di dirêjahîya dîrokê de herûdaîm xwe bi heman derewî ve girtine: “Em ehlê qencîyê (da ku jiyana însan çêtir bi rûmet be û pirsgirêkên wan çareser bibin) û ehlê tewfîqê ne (yanê em ehlê nûjen bûnê/modern bûnê ne û daxwaza me ew e ku em derkevin ser asta medenîyetên hemçax/hemdem û em vêya ji xwe re dikin armanc.”)