23Sûreya Nûh
وَقَالُوا لَا تَذَرُنَّ اٰلِهَتَكُمْ وَلَا تَذَرُنَّ وَدًّا وَلَا سُوَاعًاۙ وَلَا يَغُوثَ وَيَعُوقَ وَنَسْرًاۚ
“Û gotin: ‘Nebe ku hûn dev ji îlâhên xwe berdin. Dev ji Wedd û Suwa û Yexûs û Yeûq û Nesrê bernedin.’ ”
Jêrenot
(Ibnî Abbas (ra) wiha gotîye: “Pût û pelatên qewmê Nûh, piştre bûn pûtên Ereban… Evana navên kesên qenc/salih yên ji qewmê Nûh bûn. Dema ku ew mirin şeytan di nav qewmê wan û di cîvata wan de pistepistê li wan kir ku pûtan biçikînin û wan bi navê bavûkalên wan binavînin. Wan jî wisa kir. Hetanî wefat kirin jî îbadet li wan pûtan nehatibû kirin. Çi dema ku ew mirin çûn û ilim jî ji holê rabû êdî însanan dest bi perestîya van kirin.” (Buxarî, 4920)
Ibnî Cerîr (rh) dibêje: “Muhammed b. Qays (rh) wiha gotîye: ‘Ev kesên hanê qewmekî salih bûn ku di dewra navbera Âdem (as) û Nûh (as) de jiyîbûn. Peyrevên wan kesan jî hebûn. Dema ku ew jî mirin, hevalên wan ên li dûv wan gotin: ‘Em sûretên wan xêz bikin da ku dema em wan bi bîra xwe bînin bila me teşwîqê îbadetê bikin.’ Paşê sûretên wan xêz kirin. Dema ku ew nifş/nesil jî wefat kir û nesleke din hat şûna wan, şeytan ket nava wan û ji wan re wiha got: ‘Bavûkalên we yên berîya we perestîya van dikirin û bi saya wan baran li wan dibarîya.’ Êdî piştî vêya însanan jî dest bi perestîya wan pûtan kirin.” (Tefsîra Taberî))