Sure 50

Sûreya Qâf

Mekke45 ayetQâf

ق
Der barê Sûreyê de

Sûreya Qâf, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û çil û pênc (45) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pêncîyem e. Sûre, navê xwe ji ayeta yekemîn sitendîye ku ew jî bi herfa “Qâf”dest pê dike. Sûreya Qâf bi gelemperî van mijaran vedihewîne: Destpêka xuliqandinê û vejîna piştî mirinê û dayîna defterên amelê û derketina hizûra Allah (ac) û haşr û hesab û cennet û cehennem û sewab û îqab û terxîb/teşwîq û terhîb/tirsandin. Ji ber vê yeke Rasûlullah (ass) vê sûreyê wekî nimêja înê û nimêja îdê di wan demên civîna xelkê de dixwend.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

قٓ۠ وَالْقُرْاٰنِ الْمَج۪يدِۚ

Qâf. Sond bi Qur'an’a Mecîd/bi rûmet.

بَلْ عَجِبُٓوا اَنْ جَٓاءَهُمْ مُنْذِرٌ مِنْهُمْ فَقَالَ الْكَافِرُونَ هٰذَا شَيْءٌ عَج۪يبٌ

Ji ber ku hişyarkerek ji nav wan hatîye ew ên kafir şaş man û wiha gotin: “Ev tiştekî ecebmayî ye.”

ءَاِذَا مِتْنَا وَكُنَّا تُرَابًاۚ ذٰلِكَ رَجْعٌ بَع۪يدٌ

“Ma qey gava ku em bimirin û bibin ax/xwelî (em ê ji nû ve bên vejandin)? Ev, vegereke (ku îhtîmala pêkanîna wê) pir dûr e.”

قَدْ عَلِمْنَا مَا تَنْقُصُ الْاَرْضُ مِنْهُمْۚ وَعِنْدَنَا كِتَابٌ حَف۪يظٌ

Muheqeq em dizanin ka erd ji wan çi kêm kiriye (û bedenên wan di nava axê de çawa rizîyaye). Li cem me Kitêbeke (ku her tişt tê de nivisî û) parêzkar heye.

بَلْ كَذَّبُوا بِالْحَقِّ لَمَّا جَٓاءَهُمْ فَهُمْ ف۪ٓي اَمْرٍ مَر۪يجٍ

(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, dema ku heq ji wan re hatibû ew derewandin. Ew, di rewşeke tevlîhev/hevnegirtî de ne.

اَفَلَمْ يَنْظُرُٓوا اِلَى السَّمَٓاءِ فَوْقَهُمْ كَيْفَ بَنَيْنَاهَا وَزَيَّنَّاهَا وَمَا لَهَا مِنْ فُرُوجٍ

Ma ew qet li esmana di ser xwe re nanêrin? Me ew çawa ava kir û xemiland. Qet tu qelşa wê jî tune.

وَالْاَرْضَ مَدَدْنَاهَا وَاَلْقَيْنَا ف۪يهَا رَوَاسِيَ وَاَنْبَتْنَا ف۪يهَا مِنْ كُلِّ زَوْجٍ بَه۪يجٍۙ

Me erd jî raxistîye û tê de (ji çiyan) qazixên/singên nehejan çikandîye û ji her cureya gihayên dilkêş cot bi cot heşîn kirine.

تَبْصِرَةً وَذِكْرٰى لِكُلِّ عَبْدٍ مُن۪يبٍ

Ji bo ew evdên ku berê xwe didin (Allah, qudreta wî) bibînin û (li ser tefekkur bikin û) şîret bigirin…

وَنَزَّلْنَا مِنَ السَّمَٓاءِ مَٓاءً مُبَارَكًا فَاَنْبَتْنَا بِه۪ جَنَّاتٍ وَحَبَّ الْحَص۪يدِۙ

Me ji esman aveke bi bereket daxist û bi wê bexçeyan û teneyên/hebên tên çinîn heşîn kir.

Tefsîrên Sûreya Qâf

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.