Sure 54

Sûreya Qamer

Mekke55 ayetHeyv

القمر
Der barê Sûreyê de

Sûreya Qamer, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pêncî û pênc (55) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pêncî û çaremîn e. Ji ber ku di ayeta ewil de behsa şeqbûna hîvê (înşîqaqa qamer) dike bi navê sûreya Qamer hatîye navandin. Muşrîkên Mekkeyê ji bo îsbata nûubûweta wî ji Rasûlullah (ass) delîlekî daxwaz kirin. Li ser vê bûyerê Allah (ac) mûcîzeya şeqû’lqamer nîşanî Rasûlullah (ass) da. Hîv bû dû şeq. Sûreya Qamer, li ser mijara serdestîya Qur’anê ya wêjeyî/edebî jî mînakekî bijare ye.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اِقْتَرَبَتِ السَّاعَةُ وَانْشَقَّ الْقَمَرُ

Qiyamet nêz bû û hîv şeq bû.

وَاِنْ يَرَوْا اٰيَةً يُعْرِضُوا وَيَقُولُوا سِحْرٌ مُسْتَمِرٌّ

Eger ew ayetek/mucîzeyek bibînin rû vedigerînin û wiha dibêjin: “Ev, sêhreke ku rêya xwe didomîne/mehkûmê tunebûnê ye”.

وَكَذَّبُوا وَاتَّبَعُٓوا اَهْوَٓاءَهُمْ وَكُلُّ اَمْرٍ مُسْتَقِرٌّ

Derewandin û dane pey hewayên/hewesên xwe. Her îş/kar, (bi kiryarê xwe) cihê xwe digire. (Karên xêrê bi ehlê xêrê re û karên xerab jî bi ehlê xerabîyê re qayîm e.)

وَلَقَدْ جَٓاءَهُمْ مِنَ الْاَنْبَٓاءِ مَا ف۪يهِ مُزْدَجَرٌۙ

Sond be ji wan re, agahîyên (qewmên berê ku wan ji derewandin û tabîbûna hewesên wan) bigire hat.

حِكْمَةٌ بَالِغَةٌ فَمَا تُغْنِ النُّذُرُۙ

(Ew agahî,) di asteke ku şêwaza wê pir bandorker û bi hikmet e. Lê belê hişyarî (ji ew ên qîma xwe naynin re) feyde nade.

فَتَوَلَّ عَنْهُمْۢ يَوْمَ يَدْعُ الدَّاعِ اِلٰى شَيْءٍ نُكُرٍۙ

Herwiha, tu ji wan rû vegerîne. Ew roja ku wê bangvan gazî tiştekî erjeng/nenas bike,

خُشَّعًا اَبْصَارُهُمْ يَخْرُجُونَ مِنَ الْاَجْدَاثِ كَاَنَّهُمْ جَرَادٌ مُنْتَشِرٌۙ

Ji gorên xwe wekî kulîyên belavbûyî û di rewşa çavtirsandî/çavşikestî de derdikevin.

مُهْطِع۪ينَ اِلَى الدَّاعِۜ يَقُولُ الْكَافِرُونَ هٰذَا يَوْمٌ عَسِرٌ

Ew ên kafir bi bal bangvan ve bi lez dibezin û wiha dibêjin: “Ev, rojeke dijwar e.”

كَذَّبَتْ قَبْلَهُمْ قَوْمُ نُوحٍ فَكَذَّبُوا عَبْدَنَا وَقَالُوا مَجْنُونٌ وَازْدُجِرَ

Berîya wan qewmê Nûh jî derewandibû. Evdê me derewandibûn û gotibûn: “Ew, dîn e.” (Nûh, ji vegotina tewhîdê) hatibû girtin, astengkirin.

Tefsîrên Sûreya Qamer

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.