Sure 55

Sûreya Rahmân

Medîne78 ayetRahmân

الرحمن
Der barê Sûreyê de

Sûreya Rahmân, Medenî ye (li Medineyê nazil bûye) û heftê û heşt (78) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pêncî û pêncemîn e. “Rahmân”, ji Esmaû’l Hûsna ye. Ayeta yekemîn ji vê navê pêkhatî ye. Sûre bi vê navê dest pê dike û bi navê sûreya Rahmân hatîye navandin. Ayetên vê sûreyê ji hevokên kurt muteşekkîl in. Xîtabê li cin û însanan dike. Dibe ku ji ber vê yekê be jî di vê sûreyê de uslûba vegotina dulibî/tesnîye hâkim e. Sûreya Rahmân jî ji hêla rûmeta edebî ya asta bilind ve di Qur’anê de wek mînakekî bijare ye.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اَلرَّحْمٰنُۙ

Er-Rahmân,

عَلَّمَ الْقُرْاٰنَۜ

Qur'anê hîn kir.

خَلَقَ الْاِنْسَانَۙ

Însan xuliqand.

عَلَّمَهُ الْبَيَانَ

Beyanê (axaftin û îfadekirina xwe bixwe) hînî wî kir.

اَلشَّمْسُ وَالْقَمَرُ بِحُسْبَانٍۖ

Roj û hîv li gorî hisabekî (diyarkirî tevdigerin).

وَالنَّجْمُ وَالشَّجَرُ يَسْجُدَانِ

Stêrk û dar ji wî (Allah) re secde dikin.

وَالسَّمَٓاءَ رَفَعَهَا وَوَضَعَ الْم۪يزَانَۙ

Me esman bilind kir û mîzan (edaletê di nav însanan de wek pîvan) danî.

اَلَّا تَطْغَوْا فِي الْم۪يزَانِ

Di mîzanê de (di pîvana edaletê de) neheqî nekin.

وَاَق۪يمُوا الْوَزْنَ بِالْقِسْطِ وَلَا تُخْسِرُوا الْم۪يزَانَ

Kêşanê li ser edaletê bikin û mêzênê/terazîyê kêm nekişînin.

Tefsîrên Sûreya Rahmân

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.