27Sûreya Sâd
وَمَا خَلَقْنَا السَّمَٓاءَ وَالْاَرْضَ وَمَا بَيْنَهُمَا بَاطِلًاۜ ذٰلِكَ ظَنُّ الَّذ۪ينَ كَفَرُواۚ فَوَيْلٌ لِلَّذ۪ينَ كَفَرُوا مِنَ النَّارِۜ
Me erd asîman û yên di navbera herduyan de betal/hema wisan/bê meqset ne xuliqandîye. Ev zena kafiran e. Ji ber (ku wê bikevin) agir weyl li halê kafiran!
Jêrenot
(Ev ayet, piştî ku Dawûd (as) bi emrê hukimkirina li ser heq û netabîbûna hewayê tê emirkirin nazil bûye. Ev ayet mane û hinareyeke pir kûr dihewîne. Madem xaliqê vê dinyayê Allah e (ac), herwiha li ser vê dinyayê ya xwedî gotin û raye jî divê ku ew be. Ew ên ku bi wê “heq” a ku Allah (ac) daxistîye hukim nakin; ew kes in ku li cem xwe wiha zen dikin ‘ev dinya betal û hema wisan û bê meqset hatîye xuliqandin.’ Hal ev e ku Allah (ac) dinya û tiştên di navê de; ne ji bo tiştekî din, bitenê ji bo ku jê re îbadet bê kirin xuliqandîye (51/Zârîyat, 56) û ji bo hukimkirina pê Kitêb nazil kiriye (38/Sâd, 26) û ji bo ku heq batil parçe û tune bike (21/Enbîyâ, 16-18) û bi şiûra axîretê tirs û parastina ji Allah (23/Mu’mînûn, 115-116) … Ha weke van ji bo meqsedên berzî/payebilind xuliqandîye.)