Sure 32

Sûreya Secde

Mekke30 ayetSecde

السجدة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Secde, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sî (30) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sî û duyemîn e. Sûreya Secde, navê xwe ji ayeta 15. ku behsa secdeyê dike sitendîye. Sûre bi gelemperî van mijaran vedihewîne: Heyîna Allah (ac) û Qur’an ku berhema wehîyê ye û roja qiyametê her nefs wê ji ber karûkirinên xwe yên li dinyayê bên berpirsîyarkirin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

الٓمٓ۠

Elif, Lâm, Mîm.

تَنْز۪يلُ الْكِتَابِ لَا رَيْبَ ف۪يهِ مِنْ رَبِّ الْعَالَم۪ينَۜ

(Ev) Kitêb, ya ku qet guman/şûbhe tê de tune, ji alîyê Rabbê aleman ve hatîye daxistin.

اَمْ يَقُولُونَ افْتَرٰيهُۚ بَلْ هُوَ الْحَقُّ مِنْ رَبِّكَ لِتُنْذِرَ قَوْمًا مَٓا اَتٰيهُمْ مِنْ نَذ۪يرٍ مِنْ قَبْلِكَ لَعَلَّهُمْ يَهْتَدُونَ

Nexwe ew dibêjin: “Wî, ew ji ber xwe ve lihev anîye?” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ew (Qur'an), rastîyeke ji Rabbê te ye, ji bona tu qewmên ku berîya te hişyarker ji wan re nehatine înzar/hişyar bikî. Hêvî heye ku bigihîjin hîdayetê.

Jêrenot
(Bnr. 28/Qasas, 46)

اَللّٰهُ الَّذ۪ي خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ وَمَا بَيْنَهُمَا ف۪ي سِتَّةِ اَيَّامٍ ثُمَّ اسْتَوٰى عَلَى الْعَرْشِۜ مَا لَكُمْ مِنْ دُونِه۪ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا شَف۪يعٍۜ اَفَلَا تَتَذَكَّرُونَ

Allah, erd û esman û tiştên di navbera wan de di şeş rojan de xuliqand û paşê îstîwayê erşê kiriye. Ji wî pê ve ji bo we qet tu welî û şefaetvan tune. Hûn şîret nagirin?

Jêrenot
(Der heqê nav û sifetên Allah (ac) de bnr 3/Âl-î Îmran, 181; 7/A’raf, 180; 57/Hadîd, 4)

يُدَبِّرُ الْاَمْرَ مِنَ السَّمَٓاءِ اِلَى الْاَرْضِ ثُمَّ يَعْرُجُ اِلَيْهِ ف۪ي يَوْمٍ كَانَ مِقْدَارُهُٓ اَلْفَ سَنَةٍ مِمَّا تَعُدُّونَ

Ji esman hetanî erdê, hemû karê, ew birêve dibe û sererast dike. Paşê li gorî hejmartina we bi qasî hezar salî de (karûbar) derdikevin cem wî.

ذٰلِكَ عَالِمُ الْغَيْبِ وَالشَّهَادَةِ الْعَز۪يزُ الرَّح۪يمُۙ

Va ew (Allah) ê xwedî agahîya xeyb û darîçav, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

اَلَّذ۪ٓي اَحْسَنَ كُلَّ شَيْءٍ خَلَقَهُ وَبَدَاَ خَلْقَ الْاِنْسَانِ مِنْ ط۪ينٍۚ

Ew (Allah) ku; çi tiştê xuliqandîye herî xweşik û herî zexim çêdike û di serê pêşîn de ji herîyê dest bi xuliqandina însan kiriye.

ثُمَّ جَعَلَ نَسْلَهُ مِنْ سُلَالَةٍ مِنْ مَٓاءٍ مَه۪ينٍۚ

Paşê nesla/zurîyeta wî, ji xwerûya aveke hekîr/bêqîmet xuliqandîye.

ثُمَّ سَوّٰيهُ وَنَفَخَ ف۪يهِ مِنْ رُوحِه۪ وَجَعَلَ لَكُمُ السَّمْعَ وَالْاَبْصَارَ وَالْاَفْـِٔدَةَۜ قَل۪يلًا مَا تَشْكُرُونَ

Paşê wî bi awayekî kâmil sererast kir û ji rûhê xwe pifkiriye. Ji bo we guhan û çavan û qelban xuliqandîye. Hûn çiqas hindik şikur dikin!

Tefsîrên Sûreya Secde

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.