11Sûreya Şûrâ
فَاطِرُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ جَعَلَ لَكُمْ مِنْ اَنْفُسِكُمْ اَزْوَاجًا وَمِنَ الْاَنْعَامِ اَزْوَاجًاۚ يَذْرَؤُ۬كُمْ ف۪يهِۜ لَيْسَ كَمِثْلِه۪ شَيْءٌۚ وَهُوَ السَّم۪يعُ الْبَص۪يرُ
Xaliqê erd û esmanan e. Ji nefsên we bixwe ji we re hevjînan xuliqand. Ji dewaran jî cot bi cot xuliqandîye. We (bi vî awayî, bi xuliqandina wek mêr û jin) zêde dike û belav dike. Qet tu tişt jê re ne heval/menend/himkûf e. Ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Jêrenot
(Qaîdeyên felsefeyê ya ku li ser zen û hewayê ava ne û ji nûra wehîyê dûr in mixabin sîrayetê îlmên îslâmî kiriye û di nav ummeta îslâmê de tesewura Allah (ac) jî îfsad kiriye. Gelek firqe xwe lê didin ku bi ayeta “Qet tu tişt jê re ne heval/menend/hinkûf e.” pir sifetên Allah (ac) tewîl/texrîf/înkar bikin. Digel ku xwe ji teşbîhê (şibandina Allah bi evdên wî) dûr bikin, noqî texrîf û înkarê bûne ku ev rewş ji hêla îtîqadê ve pirsgirêkeke herî mezintir e. Allah (ac) piştî radigihîne ku qet tu tişt naşibe wî û nabe menend û himkûfê wî; wiha dibêje: “Ew, Semî û Basîr e.” Li ser vêya em bibêjin: “Di însan de sifeta dîtinê heye. Allah jî dibîne.” û vê ayetê li ser maneya zahir binirxînin dibe ku em Allah (ac) bişibînin însan. An jî berpêbûyîna/helwesta ku “ji bo dîtinê çav hewce ne. Allah jî dibîne, wek binavgîn/neyekser wekî ku mirov bibêje organê wî heye” her çiqas abes û ji heqîqetê dûr be; sifetên weke îstîwa û dest ku di Qur'an û sunneta sehîh de sabit in bi hincetên mînahev ji bo dûrketina ji teşbîhê înkarkirina van jî ewqas abes e û ji heqîqetê dûr e. Lewre sifetên Allah (ac), bi awayekî wisan e ku layiqê şan û ezamet û berzbûn û bê menendîya wî ye. Em îman bi tiştên ku wî (ac) em agahdar kirine tînin û bi jêpirsînên aqlî der heqê keyfîyeta sifetên wî de bi aqil şixulandinê qethîyên em xwe li rêya înkarê nadin. Der heqê nav û sifetên Allah (ac) de bnr. 3/Âl-î Îmran, 181; 7/A’râf, 180; 57/Hadîd, 4)