42Sûreya Tâ-hâ
اِذْهَبْ اَنْتَ وَاَخُوكَ بِاٰيَات۪ي وَلَا تَنِيَا ف۪ي ذِكْر۪يۚ
“Tu û birayê xwe bi ayetên min herin (cem Firewn) û zikirkirina min de sistîyê nekin.”
Jêrenot
(Di têkoşîna pergalên Firewnî de ji bo muwahhîdan çavkanîya hêzê zikra Allah e (ac). Lewre kî Allah (ac) bi bîr bîne Allah (ac) jî wî kesî bi bîr tîne/dihêne.)
Ew kesê navê wî di Mele-î A’lâ de bi pesindan derbas dibe herî hêzdarê li ser rûyê erdê ye. Lewre li pişta wî artêşên nayê dîtîn ên Mele-î A’lâ hene. Li hember gefên/tehdîdên Fîrewnan bîranîna Allah, xwedîyê bandoreke wisane ku dilan aramdar dike (13/Ra’d, 28) û lingan/pîyan sabît digire (8/Enfâl, 45) .