﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Medîne12 ayetBerdan
Sûreya Talaq, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û dozdeh (12) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şêst û pêncemîn e. Talaq, tê ser maneya bidawîhatina zewacê/berdanê. Ji ber ku di sûreyê de mijarên der heqê berdanê hatine bi dest girtin wek sûreya Talaq binav bûye. Di sûreyê de mijarên nefeqe û aqûbeta qewmên li dij Allah (ac) û Rasûlullah (ass) derketine û mijara ketina cennetê kesên qencîkar ku di wê derê de bêdawî dimînin tê vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
يَٓا اَيُّهَا النَّبِيُّ اِذَا طَلَّقْتُمُ النِّسَٓاءَ فَطَلِّقُوهُنَّ لِعِدَّتِهِنَّ وَاَحْصُوا الْعِدَّةَۚ وَاتَّقُوا اللّٰهَ رَبَّكُمْۚ لَا تُخْرِجُوهُنَّ مِنْ بُيُوتِهِنَّ وَلَا يَخْرُجْنَ اِلَّٓا اَنْ يَأْت۪ينَ بِفَاحِشَةٍ مُبَيِّنَةٍۜ وَتِلْكَ حُدُودُ اللّٰهِۜ وَمَنْ يَتَعَدَّ حُدُودَ اللّٰهِ فَقَدْ ظَلَمَ نَفْسَهُۜ لَا تَدْر۪ي لَعَلَّ اللّٰهَ يُحْدِثُ بَعْدَ ذٰلِكَ اَمْرًا
Ya Nebî! Gava hûn (bixwazin) jinan berdin, wan di dema iddeya (di wextê paqijîya) wan de berdin û dema iddeyê jî bihesibînin/hisab bikin. Ji Allahê ku Rabbê we ye bitirsin û xwe biparêzin. Wan ji xanîyên wan dernexin, bila ew jî dernekevin. (Lê eger) fuhşîyateke vikîvekirî (zina) bikin (hûn dikarin wan derxînin). Ev, hidûdên Allah in (ku wî danîne). Kî jî hidûdên Allah binpê bike, bêguman wî zilim li nefsa xwe kiriye. Tu nizanî, dibe ku Allah (piştî talaqê/berdanê, dilên wan ji nû ve bi hevdu germ bike û) rewşeke nû derxîne holê.
فَاِذَا بَلَغْنَ اَجَلَهُنَّ فَاَمْسِكُوهُنَّ بِمَعْرُوفٍ اَوْ فَارِقُوهُنَّ بِمَعْرُوفٍ وَاَشْهِدُوا ذَوَيْ عَدْلٍ مِنْكُمْ وَاَق۪يمُوا الشَّهَادَةَ لِلّٰهِۜ ذٰلِكُمْ يُوعَظُ بِه۪ مَنْ كَانَ يُؤْمِنُ بِاللّٰهِ وَالْيَوْمِ الْاٰخِرِۜ وَمَنْ يَتَّقِ اللّٰهَ يَجْعَلْ لَهُ مَخْرَجًاۙ
Dema ku mûddeta (iddeya) xwe qedandin êdî an bi xweşikahî li wan vegerin an jî bi qencî wan berdin. Ji nav xwe du şahidê dadwer/adil bigirin û şahidîya xwe ji bo Allah rasterast bikin. Ew ên îman bi Allah û bi roja axîretê anîne re bi vêya şîret tê dayîn. Her kî ji Allah bitirse û xwe biparêze wê (Allah jî) jê re rêyekî veke/rêderekî çêke.
وَيَرْزُقْهُ مِنْ حَيْثُ لَا يَحْتَسِبُۜ وَمَنْ يَتَوَكَّلْ عَلَى اللّٰهِ فَهُوَ حَسْبُهُۜ اِنَّ اللّٰهَ بَالِغُ اَمْرِه۪ۜ قَدْ جَعَلَ اللّٰهُ لِكُلِّ شَيْءٍ قَدْرًا
Û ji cihekî ku qet guman nedikir wî dirizqîne. Her kî tewekkulê Allah bike ew, jê re bes e. Bêguman Allah, (kîjan) emrê xwe (daxwaz bike) bicih tîne. Muheqeq Allah, ji bo her tiştî pîvan/wext/wade tayîn kiriye.
وَالّٰٓـ۪ٔي يَئِسْنَ مِنَ الْمَح۪يضِ مِنْ نِسَٓائِكُمْ اِنِ ارْتَبْتُمْ فَعِدَّتُهُنَّ ثَلٰثَةُ اَشْهُرٍۙ وَالّٰٓـ۪ٔي لَمْ يَحِضْنَۜ وَاُو۬لَاتُ الْاَحْمَالِ اَجَلُهُنَّ اَنْ يَضَعْنَ حَمْلَهُنَّۜ وَمَنْ يَتَّقِ اللّٰهَ يَجْعَلْ لَهُ مِنْ اَمْرِه۪ يُسْرًا
Jinên we yên ku ji heyzê hatine birîn û ew ên hêj neketine heyzê -eger hûn bikevin gumanê- iddeya wan sê meh e. Ew ên bihemil jî (iddeya wan) danîna barê wan e (çêbûna zarok e). Kî ji Allah bitirse û xwe biparêze, (Allah jî) karê wî hêsan dike.
ذٰلِكَ اَمْرُ اللّٰهِ اَنْزَلَهُٓ اِلَيْكُمْۜ وَمَنْ يَتَّقِ اللّٰهَ يُكَفِّرْ عَنْهُ سَيِّـَٔاتِه۪ وَيُعْظِمْ لَهُٓ اَجْرًا
Ev, emrê Allah e ku ji we re daxistîye. Kî ji Allah bitirse û xwe biparêze, (Allah jî) qisûrên wî dinixûmîne û xelata wî mezin dike.
اَسْكِنُوهُنَّ مِنْ حَيْثُ سَكَنْتُمْ مِنْ وُجْدِكُمْ وَلَا تُضَٓارُّوهُنَّ لِتُضَيِّقُوا عَلَيْهِنَّۜ وَاِنْ كُنَّ اُو۬لَاتِ حَمْلٍ فَاَنْفِقُوا عَلَيْهِنَّ حَتّٰى يَضَعْنَ حَمْلَهُنَّۚ فَاِنْ اَرْضَعْنَ لَكُمْ فَاٰتُوهُنَّ اُجُورَهُنَّۚ وَأْتَمِرُوا بَيْنَكُمْ بِمَعْرُوفٍۚ وَاِنْ تَعَاسَرْتُمْ فَسَتُرْضِعُ لَهُٓ اُخْرٰىۜ
Li gorî taqata xwe (jinên xwe yên ku we berdane) di meskenê xwe de bi cih bikin. Ji bo tengezarîyê zerar nedin wan. Eger bihemil bin, hetanî biwelidînin nefeqe bidin wan. Eger ji bo we (zarok) şîr bidin/bîmêtînin, heqê wan bidin. Karên xwe di navbera xwe de bi xweşî (bi şêwra berhemberî) îstîşare bikin. Eger hûn (di mijara destheqê de) lihev nekin, bila ji bo bav, jinekê din ew zarok şîr bide/bîmêtîne.
لِيُنْفِقْ ذُو سَعَةٍ مِنْ سَعَتِه۪ۜ وَمَنْ قُدِرَ عَلَيْهِ رِزْقُهُ فَلْيُنْفِقْ مِمَّٓا اٰتٰيهُ اللّٰهُۜ لَا يُكَلِّفُ اللّٰهُ نَفْسًا اِلَّا مَٓا اٰتٰيهَاۜ سَيَجْعَلُ اللّٰهُ بَعْدَ عُسْرٍ يُسْرًا۟
Ew ê ku di firehîyê de ye, bila nefeqe li gorî destfirehîya xwe bide. Ew ê rizqê wî teng e jî bila ji tiştên ku Allah daye wî nefeqe bide. Allah, tu kesî ji ya ku dayê pê ve bi tiştekî zêdetir binbar nake. Allah, wê piştî zorahîyê bike hêsanî.
وَكَاَيِّنْ مِنْ قَرْيَةٍ عَتَتْ عَنْ اَمْرِ رَبِّهَا وَرُسُلِه۪ فَحَاسَبْنَاهَا حِسَابًا شَد۪يدًا وَعَذَّبْنَاهَا عَذَابًا نُكْرًا
Gelek (xelkê) beldeyan, li dij emrê Rabbê xwe û pêxemberên xwe derketin. Me ewana kişande hisabekî dijwar û bi ezabekî ku berê de nehatîye dîtin ezab li wan kir.
فَذَاقَتْ وَبَالَ اَمْرِهَا وَكَانَ عَاقِبَةُ اَمْرِهَا خُسْرًا
(Ew xelk,) webala karên xwe (yên xerab) tehm kirin û aqubeta karên wan bû xusran/bû zerar.
اَعَدَّ اللّٰهُ لَهُمْ عَذَابًا شَد۪يدًا فَاتَّقُوا اللّٰهَ يَٓا اُو۬لِي الْاَلْبَابِۚۛ اَلَّذ۪ينَ اٰمَنُواۚۛ قَدْ اَنْزَلَ اللّٰهُ اِلَيْكُمْ ذِكْرًاۙ
Allah ji bo wan ezabekî dijwar amade kiriye. (Di wê rewşê de) gelî aqilmendan, ji Allah bitirsin û xwe biparêzin! Muheqeq Allah, ji we re zikir/Qur'an daxistîye.
رَسُولًا يَتْلُوا عَلَيْكُمْ اٰيَاتِ اللّٰهِ مُبَيِّنَاتٍ لِيُخْرِجَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ مِنَ الظُّلُمَاتِ اِلَى النُّورِۜ وَمَنْ يُؤْمِنْ بِاللّٰهِ وَيَعْمَلْ صَالِحًا يُدْخِلْهُ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَٓا اَبَدًاۜ قَدْ اَحْسَنَ اللّٰهُ لَهُ رِزْقًا
Ji bo ku wan ên îman anîne û amelên salih kirine ji tarîtîyan bi bal ronahîyê ve derxîne, pêxemberê ku ji we re bi ayetên Allah yên vikîvekirî dixwîne (şandîye). Kî îman bi Allah bîne û amelên salih bike, (Allah jî) wî dixe cennetên di bin de çêm diherikin û tê de ebedî dimîne. Allah, bêguman rizqekî xweşik daye wî.
اَللّٰهُ الَّذ۪ي خَلَقَ سَبْعَ سَمٰوَاتٍ وَمِنَ الْاَرْضِ مِثْلَهُنَّۜ يَتَنَزَّلُ الْاَمْرُ بَيْنَهُنَّ لِتَعْلَمُٓوا اَنَّ اللّٰهَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌۙ وَاَنَّ اللّٰهَ قَدْ اَحَاطَ بِكُلِّ شَيْءٍ عِلْمًا
Allah ku; heft asîman û li erdê jî manendê/hevşêweyê wî xuliqandîye. Emrê (qeza û qadera Allah) di navbera herduyan de hertim dadikeve û disekine. (Ev) ji bo vê ye da ku hûn bizanibin Allah qadirê her tiştî ye û Allah bi ilmê xwe her tiştî dorpêç kiriye.