31Sûreya Tewbe
اِتَّخَذُٓوا اَحْبَارَهُمْ وَرُهْبَانَهُمْ اَرْبَابًا مِنْ دُونِ اللّٰهِ وَالْمَس۪يحَ ابْنَ مَرْيَمَۚ وَمَٓا اُمِرُٓوا اِلَّا لِيَعْبُدُٓوا اِلٰهًا وَاحِدًاۚ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۜ سُبْحَانَهُ عَمَّا يُشْرِكُونَ
Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û keşeyên xwe û Mesîhê kurê Meryem ji xwe re kirin Rab. (Lê belê) ew bi îbadeta yek îlâhekî bitenê re hatibûn emirkirin. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ew (Allah) ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berî ye/munezzeh e.
Jêrenot
“... Rasûlullah (ass) ayeta 31. a sûreya Tewbe dixwend. Di wê lehzê de Adîyy b. Hatem hatibû Medîneyê û ket hizûrê. Adîyy, wê demê Xirîstîyan bû. Di sitûyê wî de jî xaçeke zîvî hebû. Çawa vê ayetê seh kir bi lez ji Rasûlullah (ass) re wiha got: “Nexêr! Wan qet ji keşîşên xwe re îbadetê nedikirin…” Rasûlullah (ass) wiha bersiv da wî: “Belê, tiştên ku Allah (ac), helal kiribû keşîşân wan tiştan ji wan re heram kirin û tişten ku Allah (ac) heram kiribû jî keşîşên wan ewan tiştan helal dikirin. Ew jî tabîê keşîşên xwe dibûn. Ev amelê wana tê/dihê vê maneyê ku îbadetê ji keşîşên xwe re dikirin.” (Tirmizî, 3095; Ibnî EbÎ HatÎm, 10057-10058)
- Ev ayet û tefsîra wê ku Rasûlullah (ass) kiriye nîşan daye ku ew ê helal û heram, meşrû û xeyrîmeşrû, serbest û qedexe yên di jiyanê de diyar dike yek mercîyek e, ew jî Allah e (ac). Ev jî ji ber vê ye ku Allah “Er-Rab” e. Rab ew e ku; terbîye dike û nîzama kaînatê sererast/birêkûpêk dike û li ser her tiştî xwedî rayeya teserrûfê ye. Allah (ac) bi qanûnên danîye hemû însanan terbîye dike û nîzamê dide hemû civatan.
- Çi alim be an rewşenbîr/munewwer be an abid be an parlementer/mebus be an rayedar be an jî serokê eşîrekî be... Kesê ku vê rayeyê dabe ji van yekî, wî kesî ji xeynî Allah (ac) ji bo xwe wek rab girtîye.
- Ew kesê ku vê rayeyê ji Allah (ac) pê ve bide hin kesên din, eger nizanibe ku ev amelê wî di eslê xwe de îbadete jî ji bo wî encam naguhere. Lewre cahiltî/cehalet ji bo şirkê nabe hincet û mazeret. Lê enceq dibe sebebê şirkê.
- Ji bo rab girtin an îlâh girtina heyînekî hewce nake ku jê re bêje: “Ev rabbê min e.” An jî: “Ev îlâhê min e.” Dema ku mirovek taybetîyên rab û îlâh bide heyînekî an jî pêwistîya pêkanînê ji heyînekî re bike, êdî ew tişt ji bo wî dibe rab/îlâh.
Wekî din bnr. 3/Âl-î Îmran, 64; 4/Nîsa, 59-60; 5/Maîde, 43-44, 50; 7/A’raf, 54; 12/Yûsuf, 40)