﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke49 ayetÇiyayê Tûr
Sûreya Tûr, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û çil û neh (49) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pêncî û duyemîn e. Tûr, navê wê çiyayê ye ku Allah (ac) bi Mûsa (as) re axivîye. Di ayeta yekemîn ya di vê sûreyê de qesem li vê çiyayê hatîye kirin. Ji ber vê yekê sûre, bi navê sûreya Tûr hatîye navandin. Di vê sûreyê de teswîra axîretê tê kirin da ku şiûra berpirsîyarî ya di însan de xurttir bibe. Herwisa îdîayên pûtperestan ya li dij heqîqetên ku wehîy xistîye holê rapêş dikin bi tevahî red dike û behsa aqûbeta wan dike. Sûreya Tûr di heman demê de kesên serata ji şirk û kûfrê xwe diparêzin wê bi ehlên xwe yên mûmîn re di nav nîmetên cennetê de bigihîjin hevdu vedibêje.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
وَالطُّورِۙ
Bi Tûrê (sond be).
وَكِتَابٍ مَسْطُورٍۙ
Bi Kitêba ku rêz bi rêz hatîye nivîsandin,
ف۪ي رَقٍّ مَنْشُورٍۙ
(Ew Kitêb ku) di nava qaxizê raxistî/belavbûyî (de ye).
وَالْبَيْتِ الْمَعْمُورِۙ
Bi Beytê Ma’mûr (ew beyta ku melaîketan bi tewafên xwe îmar kirine),
وَالسَّقْفِ الْمَرْفُوعِۙ
Bi banê/tawana bilindkirî,
وَالْبَحْرِ الْمَسْجُورِۙ
Û bi behra hatîye pêxistin sond be ku,
اِنَّ عَذَابَ رَبِّكَ لَوَاقِعٌۙ
Bêguman ezabê Rabbê te wê pêk bê
مَا لَهُ مِنْ دَافِعٍۙ
Qet tu kesê ku jê re bibe asteng tune.
يَوْمَ تَمُورُ السَّمَٓاءُ مَوْرًاۙ
Wê rojê asîman divegere û diheje.
وَتَس۪يرُ الْجِبَالُ سَيْرًاۜ
Û çiyan bimeşekê dimeşin.
فَوَيْلٌ يَوْمَئِذٍ لِلْمُكَذِّب۪ينَۙ
Ew roj, weyl li halê mukezzîban/derewkaran!
اَلَّذ۪ينَ هُمْ ف۪ي خَوْضٍ يَلْعَبُونَۢ
Ew in ku (di derewandina pêxember û tinazkarîya wî de) noq dibin û pêmijul in.
يَوْمَ يُدَعُّونَ اِلٰى نَارِ جَهَنَّمَ دَعًّاۜ
Wê roja ku ew bi bal agir ve bişîdet tên kişkişandin,
هٰذِهِ النَّارُ الَّت۪ي كُنْتُمْ بِهَا تُكَذِّبُونَ
(Ji wan re tê gotin:) “Ha ev, ew agirê ku we diderewand e.”
اَفَسِحْرٌ هٰذَٓا اَمْ اَنْتُمْ لَا تُبْصِرُونَ
“Erê ma ev jî dibe ku sêhr be? Nexwe qey hûn nabînin?”
اِصْلَوْهَا فَاصْبِرُٓوا اَوْ لَا تَصْبِرُواۚ سَوَٓاءٌ عَلَيْكُمْۜ اِنَّمَا تُجْزَوْنَ مَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
“Bikevin wê derê. Êdî hûn dixwazin (ji ezabê re) sebir bikin û dixwazin sebir nekin, ji bo we yek e. Hûn ê bitenê berdêla/gerewa amelên xwe bigirin.”
اِنَّ الْمُتَّق۪ينَ ف۪ي جَنَّاتٍ وَنَع۪يمٍۙ
Bêguman ew ên mutteqî di nava cennetan û nîmetan de ne.
فَاكِه۪ينَ بِمَٓا اٰتٰيهُمْ رَبُّهُمْۚ وَوَقٰيهُمْ رَبُّهُمْ عَذَابَ الْجَح۪يمِ
Ew bi ya (nîmetên) ku Rabbê wan daye wan kêfxweş in. Rabbê wan ew ji ezabê cehennemê parastine.
كُلُوا وَاشْرَبُوا هَن۪ٓيـًٔا بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَۙ
“Di muqabilê amelên xwe de bi noşîcanî bixwin û vexwin.”
مُتَّكِـ۪ٔينَ عَلٰى سُرُرٍ مَصْفُوفَةٍۚ وَزَوَّجْنَاهُمْ بِحُورٍ ع۪ينٍ
Li ser textên rêzerêzbûyî paldayî ne. Me ew bi horîyên çavxezal re zewicandine.
وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَاتَّبَعَتْهُمْ ذُرِّيَّتُهُمْ بِا۪يمَانٍ اَلْحَقْنَا بِهِمْ ذُرِّيَّتَهُمْ وَمَٓا اَلَتْنَاهُمْ مِنْ عَمَلِهِمْ مِنْ شَيْءٍۜ كُلُّ امْرِئٍ بِمَا كَسَبَ رَه۪ينٌ
Ew ên îman anîne û zurîyeta wan jî li ser îmanê bûne tabiê wan, me zurîyeta wan jî daxilê wan kir û me ji amelên wan qet tu tiştî kêm nekir. Her kes di muqabilê amelê xwe de rehîn e. (Amelên ku kiriye wê aqubeta wî diyar bike.)
وَاَمْدَدْنَاهُمْ بِفَاكِهَةٍ وَلَحْمٍ مِمَّا يَشْتَهُونَ
Ji goşt û fêkîyên ku dilê wan dibijîyê me zêde zêde da wan.
يَتَنَازَعُونَ ف۪يهَا كَأْسًا لَا لَغْوٌ ف۪يهَا وَلَا تَأْث۪يمٌ
Li wê derê qedehan ji dest hev digirin. (Ji ber şeraba di qedehan de) ne axaftineke kelevajî dibêjin û ne jî karekî gunehkarîyê dikin.
وَيَطُوفُ عَلَيْهِمْ غِلْمَانٌ لَهُمْ كَاَنَّهُمْ لُؤْلُؤٌ۬ مَكْنُونٌ
Xizmetkarên wan li derdora wan digerin. Ew, her wekî durên di sedefên xwe de veşartî ne.
وَاَقْبَلَ بَعْضُهُمْ عَلٰى بَعْضٍ يَتَسَٓاءَلُونَ
Berê xwe didin hev û ji hevdu dipirsin.
قَالُٓوا اِنَّا كُنَّا قَبْلُ ف۪ٓي اَهْلِنَا مُشْفِق۪ينَ
Dibêjin: “Bi rastî em berê de di nav malbata xwe de (ji ezab) bitirs bûn.”
فَمَنَّ اللّٰهُ عَلَيْنَا وَوَقٰينَا عَذَابَ السَّمُومِ
“Allah li me lutûf kir û em ji ezabê semûm/ezabê diperitîne parast.”
اِنَّا كُنَّا مِنْ قَبْلُ نَدْعُوهُۜ اِنَّهُ هُوَ الْبَرُّ الرَّح۪يمُ۟
“Bêguman me berê de jî jê re dûa dikir. Bi rastî ew, (yê ku pirzêde qencî dike) Berr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”
فَذَكِّرْ فَمَٓا اَنْتَ بِنِعْمَتِ رَبِّكَ بِكَاهِنٍ وَلَا مَجْنُونٍۜ
Herwiha tu bi bîr bîne/şîret bike. Bi nimeta Rabbê xwe tu ne kâhin û ne jî dîn î.
اَمْ يَقُولُونَ شَاعِرٌ نَتَرَبَّصُ بِه۪ رَيْبَ الْمَنُونِ
Nexwe ew wiha dibêjin: “Ev, şairek e. Em çavnêrîya wî dikin da ku karesat/felaket bên serê wî (û em jê xelas bibin)?
قُلْ تَرَبَّصُوا فَاِنّ۪ي مَعَكُمْ مِنَ الْمُتَرَبِّص۪ينَۜ
Bibêje: “Çavnêrîyê bikin (em binêrin). Qet guman tune, ez jî bi we re Çavnêrîyê dikim.”
اَمْ تَأْمُرُهُمْ اَحْلَامُهُمْ بِهٰذَٓا اَمْ هُمْ قَوْمٌ طَاغُونَۚ
Gelo qey aqlê wan van (ramanan) li wan emir dike an jî ew qewmekî har/bitir in?
اَمْ يَقُولُونَ تَقَوَّلَهُۚ بَلْ لَا يُؤْمِنُونَۚ
Nexwe ew wiha dibêjin: “Wî ev lihev anîye”? (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ew îman naynin.
فَلْيَأْتُوا بِحَد۪يثٍ مِثْلِه۪ٓ اِنْ كَانُوا صَادِق۪ينَۜ
Eger ew rast dibêjin de bila (ew jî lihev bînin û) peyveke hevşêwe bînin (em binêrin).
اَمْ خُلِقُوا مِنْ غَيْرِ شَيْءٍ اَمْ هُمُ الْخَالِقُونَۜ
Nexwe ew, (bê xaliq) hatine xuliqandin? An na qey xaliq ew bixwe ne?
اَمْ خَلَقُوا السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَۚ بَلْ لَا يُوقِنُونَۜ
Ma qey wan erd û esman xuliqandîye? Berevajî, li ser yeqînê îman naynin.
اَمْ عِنْدَهُمْ خَزَٓائِنُ رَبِّكَ اَمْ هُمُ الْمُصَيْطِرُونَۜ
Nexwe xezîneyên Rabbê te li cem wan in? An jî hêza serwer/hâkim qey ew in ku her tiştî di bin kontrola xwe de digire?
اَمْ لَهُمْ سُلَّمٌ يَسْتَمِعُونَ ف۪يهِۚ فَلْيَأْتِ مُسْتَمِعُهُمْ بِسُلْطَانٍ مُب۪ينٍۜ
An jî silmeke/derenceyeke wan heye ku (xwe pê dirêjî Mele-î A’lâ dikin û) guhdarîyê dikin? (Madem wisan e) de bila guhdarê wan delîleke vikîvekirî bînin (em binêrin).
اَمْ لَهُ الْبَنَاتُ وَلَكُمُ الْبَنُونَۜ
Erê ma zarokên qîz/keç ên wî ne û kur yên we ne?
اَمْ تَسْـَٔلُهُمْ اَجْرًا فَهُمْ مِنْ مَغْرَمٍ مُثْقَلُونَۜ
An jî qey tu heqekî ji wan dixwazî û heta ku ew jî ji ber vê deynê ketine bin barekî giran? (Qey ew ji ber tirsa destheqê nakevin îslâmê?)
اَمْ عِنْدَهُمُ الْغَيْبُ فَهُمْ يَكْتُبُونَۜ
An jî qey agahîya xeybê li cem wan e ku ew (li ser têkbirina te dek û dolav/senaryo) dinivîsin?
اَمْ يُر۪يدُونَ كَيْدًاۜ فَالَّذ۪ينَ كَفَرُوا هُمُ الْمَك۪يدُونَۜ
An jî qey dixwazin ku kemîn deynin? Lê ew ên dikevin kemînê kafir bixwe ne.
اَمْ لَهُمْ اِلٰهٌ غَيْرُ اللّٰهِۜ سُبْحَانَ اللّٰهِ عَمَّا يُشْرِكُونَ
An jî qey ji xeynî Allah îlâhekî wan heye? Allah, ji tiştên ku şirîk çêdikin munezzeh e.
وَاِنْ يَرَوْا كِسْفًا مِنَ السَّمَٓاءِ سَاقِطًا يَقُولُوا سَحَابٌ مَرْكُومٌ
Eger (ji esmanan wek mucîze) bi ser wan de parîyek bikeve (dîsa jî îman naynin û) wê bibêjin: “Ev, ewrek e ku li ser hev kom bûye.”
فَذَرْهُمْ حَتّٰى يُلَاقُوا يَوْمَهُمُ الَّذ۪ي ف۪يهِ يُصْعَقُونَۙ
(Madem ew îman naynin, nexwe) tu heta wê roja ku li ezab diqelibin wan di halê xwe de bihêle.
يَوْمَ لَا يُغْن۪ي عَنْهُمْ كَيْدُهُمْ شَيْـًٔا وَلَا هُمْ يُنْصَرُونَۜ
Ew roj, kêmîna ku danîne qet tu feyde nade wan û alîkarî jî li wan nayê kirin.
وَاِنَّ لِلَّذ۪ينَ ظَلَمُوا عَذَابًا دُونَ ذٰلِكَ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَهُمْ لَا يَعْلَمُونَ
Bêguman ji bo zilimkaran, berîya vê jî ezabek heye. Lê belê pirên wan nizanin.
وَاصْبِرْ لِحُكْمِ رَبِّكَ فَاِنَّكَ بِاَعْيُنِنَا وَسَبِّحْ بِحَمْدِ رَبِّكَ ح۪ينَ تَقُومُۙ
Li ser hukmê Rabbê xwe sebir bike. Lewre tu, li ber çavên me yî. Dema tu rabî jî Rabbê xwe bi hamd tesbîh bike.
وَمِنَ الَّيْلِ فَسَبِّحْهُ وَاِدْبَارَ النُّجُومِ
Di qismekî şevê de û piştî avabûna stêrkan de jî wî tesbîh bike.