﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke96 ayetBûyer
Sûreya Waqîe, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û not û şeş (96) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pêncî û şeşemîn e. Sûre bi peyva “Waqîe” dest pê dike. Ev peyv tê ser maneya qiyamet û bi navê sûreya Waqîe hatîye navandin. Behsa rewşa însanan tê kirin ku ew roj wek ehlê rastê û ehlê çepê û sabîqûn/ew ên li pêş in, dibin sê kom. Bûyerên roja qiyametê û rewşa ehlê cennetê û nîmetên cennetê ku ew nîmet teqez naqedin û rewşa ehlê cehenneme tê vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
اِذَا وَقَعَتِ الْوَاقِعَةُۙ
Dema ku waqîe (qiyamet) rabe,
لَيْسَ لِوَقْعَتِهَا كَاذِبَةٌۢ
Kesekî ku pêkanîna wê biderewîne tune.
خَافِضَةٌ رَافِعَةٌۙ
Ew, (rojeke wisan e ku; hin kesan) dadixîne û (hin kesan jî) bilind dike.
اِذَا رُجَّتِ الْاَرْضُ رَجًّاۙ
Dema ku erd bi şîdet diheje.
وَبُسَّتِ الْجِبَالُ بَسًّاۙ
Û dema ku çiya jî hûr û hêra dibin.
فَكَانَتْ هَبَٓاءً مُنْبَثًّاۙ
Dema ew dibin xwelîya berbayê.
وَكُنْتُمْ اَزْوَاجًا ثَلٰثَةًۜ
Û dema hûn jî dibin sê beş/kom,
فَاَصْحَابُ الْمَيْمَنَةِ مَٓا اَصْحَابُ الْمَيْمَنَةِۜ
Ew Eshabu’l Meymene (yên ku defterên wan ên amelê ji milê rastê ve tên dayîn) çi Eshabu’l Meymene ne!
وَاَصْحَابُ الْمَشْـَٔمَةِ مَٓا اَصْحَابُ الْمَشْـَٔمَةِۜ
Ew Eshabu’l Meş’eme (yên ku defterên wan ên amelê ji milê çepê ve tên dayîn) çi Eshabu’l Meş’eme ne!
وَالسَّابِقُونَ السَّابِقُونَۙ
Ew ên (di îman û amelên salih de) di pêş de ne, (ewana) pêşeng in.
اُو۬لٰٓئِكَ الْمُقَرَّبُونَۚ
Evana nêzkirîyê (Allah) in.
ف۪ي جَنَّاتِ النَّع۪يمِ
Di cennetên Naîm de.
ثُلَّةٌ مِنَ الْاَوَّل۪ينَۙ
Pirên wan ji pêşîyan in. (Ji ummetên borî ne.)
وَقَل۪يلٌ مِنَ الْاٰخِر۪ينَۜ
Hinekên wan jî ji paşîyan in.
عَلٰى سُرُرٍ مَوْضُونَةٍۙ
Li ser textên (bi zêr û zîvan) neqişkirî runiştî ne.
مُتَّكِـ۪ٔينَ عَلَيْهَا مُتَقَابِل۪ينَ
Li ser wan textan li pêşberî hev paldayî ne.
يَطُوفُ عَلَيْهِمْ وِلْدَانٌ مُخَلَّدُونَۙ
Li derdora wan (ji bo xizmetê) xortên nemir/ebedî digerin.
بِاَكْوَابٍ وَاَبَار۪يقَ وَكَأْسٍ مِنْ مَع۪ينٍۙ
Bi qedeh û cer û kaseyên ku ji çavkanîya xwe hatine tijekirin.
لَا يُصَدَّعُونَ عَنْهَا وَلَا يُنْزِفُونَۙ
(Ji ber wê vexwarinê) ne serê wan diêşe û ne jî (bi serxweş bûnê) aqlê wan diçe.
وَفَاكِهَةٍ مِمَّا يَتَخَيَّرُونَۙ
Fêkîyên ku hildibijêrin.
وَلَحْمِ طَيْرٍ مِمَّا يَشْتَهُونَۜ
Goştê teyrên ku dilê wan dibijîyê.
وَحُورٌ ع۪ينٌۙ
Horîyên çavgir (çavxezal).
كَاَمْثَالِ اللُّؤْلُؤِ۬ الْمَكْنُونِۚ
(Ewana) wekî durên veşartî ne.
جَزَٓاءً بِمَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Wek berdêla (amelên wan) ên salih.
لَا يَسْمَعُونَ ف۪يهَا لَغْوًا وَلَا تَأْث۪يمًاۙ
Ew li wê derê peyveke pûç/bê feyde û gotineke gunehkarî nabihîzin.
اِلَّا ق۪يلًا سَلَامًا سَلَامًا
Peyva ku wê (berhemberê hevdu) bibihîzin bitenê “Silav, Silav” e.
وَاَصْحَابُ الْيَم۪ينِ مَٓا اَصْحَابُ الْيَم۪ينِۜ
Ew Eshabu’l Yemîn (yên ku defterên xwe yê amelê ji milê rastê ve wê bistînin) çi Eshabu’l Yemîn e!
ف۪ي سِدْرٍ مَخْضُودٍۙ
Darên gelyazê yên têr fêkî û bêsitrî ne.
وَطَلْحٍ مَنْضُودٍۙ
Darên mûzê yên ku gûşî bi gûşî li ser hev in.
وَظِلٍّ مَمْدُودٍۙ
Sîyên dirêjbûyî.
وَمَٓاءٍ مَسْكُوبٍۙ
Avên bênavber diherike.
وَفَاكِهَةٍ كَث۪يرَةٍۙ
Fêkîyên pirzêde.
لَا مَقْطُوعَةٍ وَلَا مَمْنُوعَةٍۙ
(Fêkîyên) ne xelas dibin û ne jî tên qedexekirin.
وَفُرُشٍ مَرْفُوعَةٍۜ
Û li ser binraxên/doşekên bilindkirî ne.
اِنَّٓا اَنْشَأْنَاهُنَّ اِنْشَٓاءًۙ
Bêguman me, (jinên cennetê) ji nû ve xuliqandîye.
فَجَعَلْنَاهُنَّ اَبْكَارًاۙ
Me ew kirine kêçên xama/bakire.
عُرُبًا اَتْرَابًاۙ
Evîndarên hevjînên xwe û hevsal in.
لِاَصْحَابِ الْيَم۪ينِۜ۟
(Ev nîmetên ha) ji bo Eshabu’l Yemîn e (ku defterê amelên wan ji milê rastê tê dayîn).
ثُلَّةٌ مِنَ الْاَوَّل۪ينَۙ
Pirên wan ji ummetên borî ne.
وَثُلَّةٌ مِنَ الْاٰخِر۪ينَۜ
Gelek ji wan jî (dê) ji yên paşîn (bin).
وَاَصْحَابُ الشِّمَالِۙ مَٓا اَصْحَابُ الشِّمَالِۜ
Ew Eshabu’l Şîmal (ên ku defterê amelên xwe ji milê çepê dê bistînin), çi Eshabu’l Şîmal e!
ف۪ي سَمُومٍ وَحَم۪يمٍۙ
Ew di nava agirê diqewirîne/diperitîne û ava kelandî de ne.
وَظِلٍّ مِنْ يَحْمُومٍۙ
Û di nava sîyekî ji dûyê de ne.
لَا بَارِدٍ وَلَا كَر۪يمٍ
Ne hênik e û ne jî bi feyde!
اِنَّهُمْ كَانُوا قَبْلَ ذٰلِكَ مُتْرَف۪ينَۚ
Bêguman ew berî niha di nav xweşîyê de bi rûdayî/bi şaqizî dijîyan.
وَكَانُوا يُصِرُّونَ عَلَى الْحِنْثِ الْعَظ۪يمِۚ
Di wê guneha mezin (di şirkê) de jî israr dikirin.
وَكَانُوا يَقُولُونَ اَئِذَا مِتْنَا وَكُنَّا تُرَابًا وَعِظَامًا ءَاِنَّا لَمَبْعُوثُونَۙ
Digotin: “Piştî ku em mirin û bibin xwelî û hestî em ê hêj nû de bêne vejandin?”
اَوَاٰبَٓاؤُ۬نَا الْاَوَّلُونَ
“Bavûkalên me jî?”
قُلْ اِنَّ الْاَوَّل۪ينَ وَالْاٰخِر۪ينَۙ
Bibêje: “Ew ên pêşîn û ew ên paşîn.”
لَمَجْمُوعُونَ اِلٰى م۪يقَاتِ يَوْمٍ مَعْلُومٍ
Di dema têzanîn/malum (qiyametê) ya diyarkirî de helbet wê bêne civandin.
ثُمَّ اِنَّكُمْ اَيُّهَا الضَّٓالُّونَ الْمُكَذِّبُونَۙ
“Paşê hûn, gelî derewkarên rêşaş!”
لَاٰكِلُونَ مِنْ شَجَرٍ مِنْ زَقُّومٍۙ
“Helbet, hûn ê ji dara zequmê/rûlê bixwin.”
فَمَالِؤُ۫نَ مِنْهَا الْبُطُونَۚ
“Û hûn ê (ji wê darê) zikên xwe tije bikin.”
فَشَارِبُونَ عَلَيْهِ مِنَ الْحَم۪يمِۚ
“Hûn ê di ser wê de jî ji ava kelandî vexwin.”
فَشَارِبُونَ شُرْبَ الْه۪يمِۜ
“Wekî deveyên nexweş ku çiqas vedixwin jî tî bûna wan zêdetir dibe, hûn ê jê vexwin.”
هٰذَا نُزُلُهُمْ يَوْمَ الدّ۪ينِۜ
Ev, zîyafeta wan a roja qiyametê yê!
نَحْنُ خَلَقْنَاكُمْ فَلَوْلَا تُصَدِّقُونَ۟
Me hûn xuliqandin. Ma ne hewceye hûn tesdîq bikin (ku em ê bivejînin)?
اَفَرَاَيْتُمْ مَا تُمْنُونَۜ
Erê, ma ew menîya/avika ku hûn dirijînin we dît?
ءَاَنْتُمْ تَخْلُقُونَهُٓ اَمْ نَحْنُ الْخَالِقُونَ
Ma qey hûn wê dixuliqînin an na yê xaliq em in?
نَحْنُ قَدَّرْنَا بَيْنَكُمُ الْمَوْتَ وَمَا نَحْنُ بِمَسْبُوق۪ينَۙ
Ew ê ku di nav we de mirin teqdîr kiriye em in û tu kes nikare bikeve pêşîya me (bibe asteng).
عَلٰٓى اَنْ نُبَدِّلَ اَمْثَالَكُمْ وَنُنْشِئَكُمْ ف۪ي مَا لَا تَعْلَمُونَ
Di mijara ku em di şûna we de (însan) ên wekî we bînin û we bi sûreteke ku hûn pê nizanin ji nû ve we bixuliqînin de (tu kes nikare ji me re bibe asteng).
وَلَقَدْ عَلِمْتُمُ النَّشْاَةَ الْاُو۫لٰى فَلَوْلَا تَذَكَّرُونَ
Sond be ku hûn bi xuliqandina pêşîn serwext bûn/we pejirand. Ma ne hewceye ku hûn (di mijara fêmkirina qudreta Allah û ji nû de vejandina wî de) bifikirin û şîret bigirin?
اَفَرَاَيْتُمْ مَا تَحْرُثُونَۜ
Ew (tovê) ku hûn diçînin, we dît?
ءَاَنْتُمْ تَزْرَعُونَهُٓ اَمْ نَحْنُ الزَّارِعُونَ
Ma (ew ê ku wê dixe rewşa hêşînahîyê) hûn in an em in yê ku heşîn dike?
لَوْ نَشَٓاءُ لَجَعَلْنَاهُ حُطَامًا فَظَلْتُمْ تَفَكَّهُونَ
Eger me bixwesta me yê ew bianîna rewşeke haşiş/kewaşe (bê fêkî û bê sebze û bê tene) û hûn ê jî matmayî bimana.
اِنَّا لَمُغْرَمُونَۙ
(We yê bigotana:) “Bêşik em ketin bin deynekî giran.”
بَلْ نَحْنُ مَحْرُومُونَ
“(Na!) Ya rast, em bêpar hatin hiştin.”
اَفَرَاَيْتُمُ الْمَٓاءَ الَّذ۪ي تَشْرَبُونَۜ
Ava ku hûn vedixwin we dît?
ءَاَنْتُمْ اَنْزَلْتُمُوهُ مِنَ الْمُزْنِ اَمْ نَحْنُ الْمُنْزِلُونَ
Ma we ew ji ewran daxistîye an na em in yê ku wê dadixîne?
لَوْ نَشَٓاءُ جَعَلْنَاهُ اُجَاجًا فَلَوْلَا تَشْكُرُونَ
Eger me bixwesta me yê ew bikira aveke şor. Ma ne hewceye ku hûn şikur bikin?
اَفَرَاَيْتُمُ النَّارَ الَّت۪ي تُورُونَۜ
Ew agirê ku hûn pêdixin, we dît?
ءَاَنْتُمْ اَنْشَأْتُمْ شَجَرَتَهَٓا اَمْ نَحْنُ الْمُنْشِؤُ۫نَ
Ma qey dara wî, we xuliqandîye an na yê ew xuliqandîye em in?
نَحْنُ جَعَلْنَاهَا تَذْكِرَةً وَمَتَاعًا لِلْمُقْو۪ينَۚ
Me ew, hem kiriye bibîrxistinek/şîretek û hem jî ji bo kesên hewcedar re kiriye metayekî ku jê sûdmend bibin.
فَسَبِّحْ بِاسْمِ رَبِّكَ الْعَظ۪يمِ۟
Di wê rewşê de, tu Rabbê xwe yê mezin bi navê wî tesbîh bike.
فَلَٓا اُقْسِمُ بِمَوَاقِعِ النُّجُومِۙ
Bi cihê stêrkan (ku dertên û winda dibin) sond dixwim.
وَاِنَّهُ لَقَسَمٌ لَوْ تَعْلَمُونَ عَظ۪يمٌۙ
Qet tu guman tune, eger hûn bizanibin (ev) sondeke mezin e.
اِنَّهُ لَقُرْاٰنٌ كَر۪يمٌۙ
Qet guman tune ew, Qur'ana Kerîm e.
ف۪ي كِتَابٍ مَكْنُونٍۙ
Di Kitêbekê (ji însanan) veşartî (û parastî) de nivîsandî ye.
لَا يَمَسُّهُٓ اِلَّا الْمُطَهَّرُونَۜ
Ji kesên paqijkirî pê ve tu kes nikare dest bide (wê Kitêbê).
تَنْز۪يلٌ مِنْ رَبِّ الْعَالَم۪ينَ
Ji hêla/ji alîyê wî (Allah) yê Rabbê aleman ve hatîye daxistin.
اَفَبِهٰذَا الْحَد۪يثِ اَنْتُمْ مُدْهِنُونَۙ
Ma qey hûn niha vê peyvê diderewînin?
وَتَجْعَلُونَ رِزْقَكُمْ اَنَّكُمْ تُكَذِّبُونَ
Ma hûn ji bo rizqê xwe (yê madî û manewî) bi derewandinê spasîyê dikin?!
فَلَوْلَٓا اِذَا بَلَغَتِ الْحُلْقُومَۙ
Dema ku can digihîje qirikê.
وَاَنْتُمْ ح۪ينَئِذٍ تَنْظُرُونَۙ
Wê demê hûn di rewşa lê rênînê de ne.
وَنَحْنُ اَقْرَبُ اِلَيْهِ مِنْكُمْ وَلٰكِنْ لَا تُبْصِرُونَ
Em ji we zêdetir nêzîkî wî ne, lê hûn nabînin.
فَلَوْلَٓا اِنْ كُنْتُمْ غَيْرَ مَد۪ين۪ينَۙ
Di roja cezayê de eger (wekî ku hûn îdîa dikin, hûn neyên vejandin û) nekêşin hisabê,
تَرْجِعُونَهَٓا اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ
Eger hûn rast dibêjin, ka wê (canê xwe yê li ber derketinê) paş de vegerînin!
فَاَمَّٓا اِنْ كَانَ مِنَ الْمُقَرَّب۪ينَۙ
Eger ew ji wan ên nêzgirtîyan/muqerrebînan be,
فَرَوْحٌ وَرَيْحَانٌ وَجَنَّتُ نَع۪يمٍ
Jê re rihetî û riziq û “Cenneta Naîm” heye.
وَاَمَّٓا اِنْ كَانَ مِنْ اَصْحَابِ الْيَم۪ينِۙ
Eger ew ji Eshabu’l Yemîn be,
فَسَلَامٌ لَكَ مِنْ اَصْحَابِ الْيَم۪ينِ
Silav li te be ya Eshabu’l Yemîn!
وَاَمَّٓا اِنْ كَانَ مِنَ الْمُكَذِّب۪ينَ الضَّٓالّ۪ينَۙ
Lê eger ew ji derewkarên rêşaş be.
فَنُزُلٌ مِنْ حَم۪يمٍۙ
Zîyafetekî ji ava kelandî.
وَتَصْلِيَةُ جَح۪يمٍۙ
Û werkirina bi cehennemê ve (li hêvîya wî ye).
اِنَّ هٰذَا لَهُوَ حَقُّ الْيَق۪ينِۚ
Bêguman ev, heqîya qethî bixwe ye.
فَسَبِّحْ بِاسْمِ رَبِّكَ الْعَظ۪يمِ
Di wê rewşê de, Rabbê xwe yê mezin bi navê wî tesbîh bike.