36Sûreya Yûnus
وَمَا يَتَّبِعُ اَكْثَرُهُمْ اِلَّا ظَنًّاۜ اِنَّ الظَّنَّ لَا يُغْن۪ي مِنَ الْحَقِّ شَيْـًٔاۜ اِنَّ اللّٰهَ عَل۪يمٌ بِمَا يَفْعَلُونَ
Pirên wan ji zennê pê ve nadin pey tiştekî. Bi rastî (bingeha zenê ne wehîy e û ne agahîyeke qethî ye, ji ber vê yekê) zen tu carî cihê heqîyê nagire. Bêguman Allah ji kar û kirinên wan agahdar e.
Jêrenot
(Allah (ac), her çi pirsên ku însanan meşxul dikin hene bi wasita wehîyê bersiva wan daye. Meqseda xuliqandina me... Heyata dinyayê wê çawa herî bi hizûr û bi edalet be... Dilpakî/erdem û fezîlet çî ye... Naveroka/mahîyeta heq û batil... Der heqê mirin û jiyana piştî mirinê de tiştên ku tên meraq kirin... Ev meseleyên hanê bi eşkerehîyeke bêkêmasî hatine ravekirin. Di dirêjahîya dîrokê de ew heqîqet û hikmet û dilpakîya/erdema ku însanîyet li pey bezîyaye di îslâmê de diyarkirî ne û ev tişt ji xeynî wehîyê nayên gerandin. Ew çalakîyên/fealîyetên li ser navê lêgerîna heqîqetê ku di derê wehîyê de pêk tên, hemû li pey ketina zennê ye. Allah (ac) ji wê zenna ku li dij wehîyê hatîye danîn qethîyen ne razî ye. van fiêlan navê wê lêgeranê/pêgeranê wek felsefe an kevneşopî an îlham/sîrûş an şopandina bavûkalan an xewnê rast an jî seyrû silûk binav bikin jî ev navandina wan vê tiştê ji bergeha zen û peyrevîya hewayê û bikaranîna hizir/texmîn dernaxe.)