106Sûreya Yûsuf
وَمَا يُؤْمِنُ اَكْثَرُهُمْ بِاللّٰهِ اِلَّا وَهُمْ مُشْرِكُونَ
Pirên wan hetanî ji Allah re şirîkan çênekin îmân pê naynin.
Jêrenot
(Abdullah b. Abbas (ra) wiha qotîye: “Ji ‘îmana wan’ tiştê ku tê qest kirin ev e: Dema ku ji yekî j wan re tê gotin: ‘Ev erd û esman û çiya kî xuliqandîye?’ wê bibêjin: ‘Allah!’ Tevî vê yekê jê (ji Allah re) şirîk çêdikin.” (Taberî, 19954) Ji bo daxuyanîya berfirehî bnr. 23/Mu’mînûn, 84-90.)