Aşîtî

HERB/ŞER Û HIQÛQA CÎHADÊ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

5ayet hatin dîtin
Aşîtî
1

Nisâ

Ayet: 128Rûpel: 98

Here Ayetê

Eger jinek ji serkêşîya mêrê xwe an jî ji rûvegerandina (ji dûrketina wê) bi tirs be ji wan herduyan re tu guneh tune ku di navbera xwe de sulhekê bikin. Sulh (ji vebijêrkên zewaca bi pirsgirêk an jî ji berdan û ji serkêşîyê) herî bi xêrtir e. (Ligel vê yekê) di nefsan de çavnebarî û hesûdî dike. Eger hûn (qencîyê) li hevdu bikin û hûn xwe (heqên xwe yên berhemberê hevdu de) xwe ji Allah biparêzin, bêguman Allah ji karûkirinên we agahdar e.

2

Enfâl

Ayet: 61Rûpel: 183

Here Ayetê

Eger ew ber bi sulhê ve hatin tu jî meyl (a sulhê) bike û xwe bispêre Allah. Bêguman Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

3

Enfâl

Ayet: 62Rûpel: 184

Here Ayetê

Eger ew bixwazin te bixapînin, bêşik Allah ji te re bes e. Ew e, yê ku bi alîkarîya xwe û bi mumînan re piştevanîya te dike.

4

Enfâl

Ayet: 63Rûpel: 184

Here Ayetê

Wî (Allah) dilê wan (bi dilgermî) li hev anî. Eger te hemû tiştên li ser rûyê erdê xerc bikira jî te nikaribû dilê wan li hev bianîya. Lê Allah ew li hev anîn. (Lewre) ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

5

Hucurât

Ayet: 9Rûpel: 515

Here Ayetê

Eger ji mûmînan du kom şerê hev bikin, navbera wan bisilhînin. Eger ji wan yek li dij ya din zêdegavîyê bike heta ku vegere ser emrê Allah hûn bi ya êrîşkar re şer bikin. Eger vegere hûn navbera wan bi edalet sererast bikin û dadwer/adil bin. Allah, ji wan kesên ku bi edalet tevdigerin hez dike.