Bîat
ŞERÎET Û PERGALA CIVAKÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Sond be, Allah ji Benî Îsraîl peyman girtibû û me ji wan radiwazde nûner/temsîlkar tayîn kiribû. Allah ji wan re wiha gotibû: “Bêguman ez bi we re me. Eger hûn nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û bi pêxemberên min îmân bînin û piştgirîya wan bikin û qerzê hesen bidin Allah (di rewşa hewcetîyê de bê faîz, ji bo rizaya Allah deyn bidin kesên di tengezarîyê de) ez ê gunehên we binixûmînim û ez ê we têxim cennetên ku di binî de çem diherikin. Piştî vêya ji we kî înkar bike êdî ew ji rêya heq xerifîye/averê bûye.
Ew ên beyata te kirine, ya rast ji Allah re beyat kirine. Destê Allah li ser destên wan e. Kî (beyata xwe) xera bike, di aleyha xwe de xera dike. Kî jî xwedîyê wê soza xwe ya ku daye Allah be (û pêwistên wê pêk bîne, wê Allah) xelateke herî mezin bidê.
Sond be, dema ku di binê wê darê de beyat dane te, Allah ji mûmînan qayîl/razî bûye. Bi (dilsozîya) di qelbên wan de zanîbû û bi ser wan de sekînet daxist û wan bi fetheke nêz xelat kiriye.
Ya Nebî! Eger jinên mûmîne ji bo beyatê bên cem te, ew qet tu tiştî ji Allah re nekin şirîk û dizîyê nekin û zinayê nekin û zarokên xwe nekujin û di nav lingên xwe de îftîrayekê neynin (zarokekî ku xeyrimeşrû welidandibin nisbetê mêrê xwe nekin) û di marûfê/qencîyê de ji te re îsyan nekin (li ser van mijara) beyata wan qebûl bike û ji bo wan ji Allah mexfîretê daxwaz bike. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.