Cezayê Mêrkujan
ŞERÎET Û PERGALA CIVAKÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ji xeynî bi xeta/bi xeletî be, qet nabe ku mumînek (muteammîden/bi qestî) mumînekî din bikuje. Kesê ku bi xeletî mumînekî bikuje (kefareta wî) azadkirina koleyekî mumîn û ji bo malbata meqtûl (yê kuştî) dayîna dîyetê ye. Eger malbata meqtûl (yê kuştî) dîyetê bibexşîne (dev jê berde) ne tê de. Eger meqtûl ji malbatek mumîn û ji qewmekî ku dijminê we be, azadkirina koleyekî mumîn lazim e. Eger (ew meqtûl) ji qewmekî ku di navbera we de peyman heyî be, ji malbata wî re dîyet û azadkirina koleyekî mumîn lazim e. Kesê ku evana nebîne (nikaribe pêk bîne) ji bo ku Allah tobeya wî qebûl bike divê du mehan li pey hev (bê navber) rojî bigire. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Kî bi qestî/muteammîden mumînekî bikuje, cezayê wî cehennem e ku tê de bêdawî dimîne. Allah li kesê wiha hatîye xezebê û lanet lê kiriye û ji bo wî ezabekî mezin amade kiriye.
Ji ber vê yekê me li ser Benî Îsraîl (wiha) nivîsand: Kî mirovekî ne berdêla/ne bi qisasa mirovekî din de an jî li ser erdê fesadî/berhevdanî kiribe, wî bi neheqî bikuje; wekî ku hemû însanan kuştibe. Kî jî mirovekî îhyâ bike (bê sebebekî meşrû destê xwe ji kuştina mirovekî bikşîne) her wekî ku wî hemû însanan îhyâ (xelas) kiribe. Sond be, Rasûlên me bi delîlên eşkere ji wan re hatin. Lê piştî vê jî dîsa pirên wan li ser rûyê erdê pîrole ne/aşirî ne.
Ew, ligel Allah ji îlâhekî din re dûa nakin û (weke qisasê, sebebekî şer’î ne têde) bi neheqî canê ku Allah heram kiriye nakujin û zinayê jî nakin. Her kî jî evana bike wê rûbirûyê cezayekî bibe.
Roja qiyametê wê ezabê wî qat bi qat zêdetir bibe û (di nava ezabê de) bi rewşeke kêmxistî wê bêdawî bimîne.