Ew Ên Bi Axîretê Nebawer In û Rewşa Wan

MIRIN Û AXÎRET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

8ayet hatin dîtin
Ew Ên Bi Axîretê Nebawer In û Rewşa Wan
1

A'râf

Ayet: 147Rûpel: 167

Here Ayetê

Ew ên ayetên me û liqayî hatina axîretê derewandine; amelên wan pûç û betal bûye. (Qey li hêvîya çi bûn?) Ma wê ji amelên xwe pê ve bi tiştekî din bihatana cezakirin?

2

Nahl

Ayet: 60Rûpel: 272

Here Ayetê

Mîsala xerabîyê ji wan re ye ku bi axîretê îmân neanîne. Ji bo Allah jî mîsala herî bilind/mezin heye. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

3

Zumer

Ayet: 45Rûpel: 462

Here Ayetê

Dema ku navê Allah bi yekane (li ser tewhîdê) tê zikirkirin, qelbê wan ên ku bi axîretê nebawer in bi (kift û) gerizin dikerixe. Lê dema (îlâhên sexte) yên ji xeynî Allah tên zikirkirin (tu dinêrî ku) hema kêfxweş dibin.

4

Zumer

Ayet: 46Rûpel: 462

Here Ayetê

Bibêje: “Ya Allahê min ê xaliqê erd û esmanan û xwedîyê agahîyên xeyb û eşkerehîyê! Di navbera evdên xwe de li ser ya ku tê de ketine îxtîlafê de, ew ê ku hukim dide tu yî.

5

Zumer

Ayet: 47Rûpel: 462

Here Ayetê

Eger hemû tiştên li ser rûyê erdê û bi qasî wê jî ji zilimkaran re hebûya, ji ber xerabîya ezaba roja qiyametê (xelas bibin) wê feda bikirana. (Lewre ew roj) ya ku qet hisab nedikirin ji hêla/ji alîyê Allah ve tê eşkere kirin.

6

Zumer

Ayet: 48Rûpel: 463

Here Ayetê

Ew xerabîyên ku kiribûn ji bo wan derkete holê û bi wê (ezab) a ku tinazê xwe pê dikirin re hatin dorpêçkirin.

7

Fussilet

Ayet: 6Rûpel: 476

Here Ayetê

Bibêje: “Ez, enceq weke we mirovek im. Ji min re tê wehîykirin ku îlâhê we yek îlâhek tenê ye. (Herwiha) berê xwe bidin wî û jê mexfîret bixwazin. Weyl li wan muşrîkan…”

8

Fussilet

Ayet: 7Rûpel: 476

Here Ayetê

Ew in ku; zekâtê nadin û ew biqethî axîretê jî înkar dikin.