Ew Ên Dîn Dikin Parî û Kom Bi Kom Ji Hevdû Vediqetin
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Hûn tev bi hev re/bi tevahî, bi werîsê Allah (bi hablillah) bigirin û nekevin tefrîqayê. Nîmetên Allah bînin bîra xwe. Dema ku hûn dijminê hev bûn, (Allah) qelbê we li hev anî. Êdî hûn bi nîmetê wî bibûn birayên hev û hûn li kevîya/li qiraxa çala agir bûn wî hûn ji wê derê xelas kir. Allah ayetên xwe bi vê awayî beyan dike. Hêvî dibe ku hûn bigihîjin hîdayetê.
Ew ên ku dînê xwe parçe parçe kirin û bûne firqe firqe (hene); tu têkilîya te bi wan re tune. Karê wan/îşê wan maye bi Allah. Paşê (Allah) wê wan ji kar û kirinên wan agahdar bike.
Wan dînê xwe li ser rewşa Kitêbên cuda kirin parçe parçe. Her komek bi ya li cem xwe kêfxweş dibin.
(Ew muşrîk in ku) dînê xwe kirine parçe û ew bixwe jî kom bi kom ji hev veqetîyane. Her komek bi ya li cem xwe re kêfxweş dibe û pesnê xwe dide.