Eyyûb (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bêguman çawa me ji Nûh û pêxemberên di pey wî (hatine) re wehîy kiriye me ji te re jî wehîy kiriye. Me ji Îbrahîm re û ji Îsmaîl re û ji Îshaq re û ji Yaqûb re û ji nevîyên wî re û ji Îsâ re û ji Eyyûb re û ji Yûnus re û ji Hârûn re û ji Suleyman re jî wehîy kiribû. Û me Zebûr jî dabû Dawûd.
Me Îshaq û Yaqûb wek diyarî da Îbrahîm. Me hemûyan hîdayet kir. Berê jî me Nûh û ji zurîyeta wî Suleyman û Eyyûb û Yûsuf û Mûsa û Hârûn jî hîdayet kiribû. Ha em xelatên muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin wiha didin (wan).
Eyyûb jî (bi bîr bîne)! Dema ku wî ji Rabbê xwe re dûa kir (û wiha gotibû:) “Bêguman ev dert bi min girt/ji her alîyê ve ez dorpêç kirim û tu jî Rahîmtirê Rahîman/Erhamu'rrahîmîn î.”
Me jî îcabetî dûayên wî kir û tengezarîya li ser wî rakir. Me ji bal xwe ve rahmetek û ji bo wan ên (ji Allah re) îbadet dikin re bibe şîret, malbata wî û bi wî re qatekî din jî da wî.