Hakimên Adil
ŞERÎET Û PERGALA CIVAKÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bêşik Allah emrê we dike ku hûn emanetan bidin ehlê wan û dema we di nava însanan de hikum kir, bi edaletê hikum bikin. Allah bi vêya çi şîretên xweş li we dike! Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Gelî ew ên îmân anîne! Di aleyha we û dê û bavê we û eqrebayên we de be jî edaletê bê kêmasî pêk bînin û ji bo Allah şahidîya (bi edalet) bikin. (Ew ê hûn ji bo wan şahidî dikin) dewlemend bin an jî feqîr bin (ne li gorî zengînî û feqîrîyê binirxînin) Allah nêziktirê her duyan e. Nedin pey hewayên xwe û bi edaletîyê nekin. Eger hûn gotinê li ser zimanê xwe bigilgilînin an jî (ji edaletê) rû vegerînin bêguman Allah, li ser amelên we (ji tiştên ku hûn dikin agahdar) Xabîr e.
Gelî ew ên îmân anîne! Ji bo Allah bi şahidîyeke adil heqîyê qaîm bikin (rakin pîya). Buxza/kîna we ya li hemberî qewmekî bila we ji edaletê nevegerîne. Dadwer bin/Adil bin! Lewre ev (adilbûn) nêzîktirê teqwayê ye. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah, ji amelên ku hûn dikin agahdar e.
Ya Dawûd! Me tu li ser rûyê erdê kir xelîfe. (Nexwe) di nav însanan de bi heq hukim bike. Nebe tabiê hewayê/hewesê, nexwe wê te ji rêya Allah bixerifîne. Bêguman, ji wan ên ku ji rêya Allah xerifîne re, ji ber ku roja hisabê ji bîr kirine ezabekî dijwar heye.