Hikmetên Şer

HERB/ŞER Û HIQÛQA CÎHADÊ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

12ayet hatin dîtin
Hikmetên Şer
1

Enfâl

Ayet: 5Rûpel: 176

Here Ayetê

Digel ku komek ji mumînan ne dixwestin jî Rabbê te li ser heqîyê ji mala te derxistîye (her ku der heqê xenîmetan de komek bêdil bûn jî tu li gorî emrê Allah tevbigere. Wê encam bixêr be).

2

Enfâl

Ayet: 6Rûpel: 176

Here Ayetê

Piştî ku heq eşkere bû te digot qey ber bi mirinê ve têne kişandin û (ji bo dernekevin şer) bi te re li ser heqîyê diketin nîqaşê.

3

Enfâl

Ayet: 7Rûpel: 176

Here Ayetê

(Bi bîr bînin!) Dema ku Allah (yekî xurt û yek jî qels) ji her du taîfeyan yek ji we re wead kiribû. Lê we dixwest ku (bê betilandin) hûn taîfeya qels bi dest bixin. Lê belê Allah dixwest ku bi kelîmeyên xwe heqîyê serdest bike û dawîya kafiran bîne (koka wan rake).

4

Enfâl

Ayet: 8Rûpel: 176

Here Ayetê

Gunehkarên mucrîm nexwazin jî (Allah dixwest ku) heqîyê (timûdaîm) serdest bike û batil jî ji holê rake.

5

Enfâl

Ayet: 42Rûpel: 181

Here Ayetê

(Bi bîr bînin!) Hûn nêzîkî kêleka newalê bûn û ew jî li cihê/li rexê dûr bûn. Karwan (a ku we dixwest) jî li jêrî we bû. Eger we ji bo cihê şer peyman bida hev jî we dîsa li ser cihê peymanê bi hev nedikir. Ji bo karê ku Allah daxwaz kiriye pêk bê (a wiha kir). Heta yê ku helak dibe bila bi delîlên eşkere helak bibe û yên dijîn jî bila bi delîlên eşkere bijîn. Û bi rastî Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

6

Enfâl

Ayet: 43Rûpel: 181

Here Ayetê

(Bi bîr bînin!) Allah ew (muşrîkan) di xewna te de ji te re hindik dida nîşandan. Eger me wan (wekî jimara eslî) bi piranî nîşanî te dabûna bêguman hûn ê bi newêrektîya (psîkoljîya) têkçûnê û di kar (a şer) de biketana lihevnekirinê. Lê Allah (hûn) ji vêya xelas kirin. Bêguman ew, bi tiştên di singan de ye dizane.

7

Enfâl

Ayet: 44Rûpel: 181

Here Ayetê

(Ji bo) karê ku Allah daxwaz kiriye pêk bê, dema ku hûn (ji bo şer) rastî hev hatin, ew li ber çavên we hindik didan xuyakirin û hûn jî li ber çavên wan de hindik xûya dibûn. Jixwe hemû kar/amel ber bi Allah ve tên vegerandin.

8

Tevbe

Ayet: 13Rûpel: 187

Here Ayetê

Ma bi qewmekî ku sondên xwe şikandine û xwestine ku Rasûl ji warê wî derxînin û cara pêşîn bi we re (herb) kirine re, hûn şer/qîtal nakin? Ma qey hûn ji wan ditirsin? Eger bera hûn mumîn bin, Allah çêtir layiq e ku hûn jê bitirsin.

9

Tevbe

Ayet: 14Rûpel: 188

Here Ayetê

Bi wan re şer bikin da ku Allah bi destên we ezab li wan bike û wan riswa bike û we li ser wan serkeftî bike û civata mumînan dilşad bike/dilê wan hênik bike.

10

Tevbe

Ayet: 15Rûpel: 188

Here Ayetê

Ji dilê wan (mumînan) hêrs/xezeb rake (dabin bike). Allah ji bo kî daxwaz bike tobeya wî qebûl dike. Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

11

Muhammed

Ayet: 4Rûpel: 506

Here Ayetê

Dema hûn di şer de leqayî kafiran hatin, li sitûyên wan bixin. Gava ku we muqawemeta wan şikand û hûn bi ser ketin, bendika/qeyda (yên dîl/êsîr) zexm girêdin. Piştî vê, êdî hûn dixwazin bi qencî wan berdin an jî fidyê ji wan bistînin û hêj wan berdin. Hetanî ku şer giranîyên xwe berde (û biqede) bi vê awayê muamele bikin. Ha wisan… Eger Allah bixwesta dikaribû (bi helakkirina wan) tol/heyf ji wan sitendibana. Lê ji bo ku hin ji we bi hinên din îmtîhan bike (emrê cîhadê kir). Ew kesên di rêya wî de hatine kuştin, wê Allah amelên wan zayî/winda neke.

12

Muhammed

Ayet: 31Rûpel: 509

Here Ayetê

Qesem be, heta ku ji nav we yên mucahîd û sebirvan derxînin holê em ê we îmtîhan bikin. Û agahîyên we jî bên ceribandin (em ê agahîyên der heqê wan ên cîhad dikin û sebirvan in û ew ên ku sebir nekirine û revîyane eşkere bikin).