Îlmê Qiyametê Aîdê Allah e (ac)
MIRIN Û AXÎRETAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ji te dipirsin ka seata qiyametê kengê ye? Bibêje: “Ilmê wê li bal Rabbê min e. Ji wî pê ve kes nikare wextê wê eşkere bike. (Agahîya wê û heqîqeta pêkhatina wê) ji wan ên li erd û esmanan e re giran tê. Ew ji we re ji nîşka ve tê.” Dibêjin qey tu bi hatina wê dizanî, tên ji te dipirsin. Bibêje: “Îlmê wê bitenê li îndallah/li cem Allah e. Lê pirên însanan nizanin.”
Însan ji te, ji saetê/ji qiyametê dipirsin. Bibêje: “Agahîya wî, enceq li cem Allah e.” Tu yê ji ku bizanibî, belkî/dibe ku wextê wî nêzîk e.
Agahîya qiyametê bi bal Allah ve tê sipartin/hewaleyê wî ye. Beyî ilma wî fêkî ji bûtika xwe/ji gulpika xwe dernakeve. Qet tu jin hamîle namîne û nawelidîne/zarok nayne. Wê roja ku (Allah) wiha gazî wan dike: “Ka, li ku ne ew şirîkên min?” wê wiha bibêjin: “Em ji te re îlân dikin û radigihînin ku (li ser hebûna şirîkên te) kesekî ji me ku şahidî bike tune.”