Îş/Kar û Exlaqê Bazirganîyê

EXLAQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

6ayet hatin dîtin
Îş/Kar û Exlaqê Bazirganîyê
1

Nisâ

Ayet: 29Rûpel: 82

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Tîcareteke ku hûn bi rizayê beramberê hev dikin ne tê de, di navbera xwe de bi rêyên batil malên hevdu nexwin. Xwe nekujin. Bêguman Allah li dij we pir bi merhamet e.

2

Nisâ

Ayet: 30Rûpel: 82

Here Ayetê

Kî vêya bi meqseda hed borandinê û zilimkarîyê bike em ê wî (wek cezayek) bêxin cehennemê. Ev, ji Allah re pir hêsan e.

3

Nisâ

Ayet: 31Rûpel: 82

Here Ayetê

Eger hûn ji wan gunehên mezin xwe biparêzin, em ê jî gunehên we (ên biçuk) binixumînim û we bigihînin meqamekî rûmetdar/bişeref.

4

İsrâ

Ayet: 35Rûpel: 284

Here Ayetê

Dema ku hûn dipîvin bêkêmahî/bi temamî bipîvin. Bi mêzêneke rasterast biwezinênin! Ev bi xêrtir e û wek encam herî xweşiktir e.

5

Şuarâ

Ayet: 181Rûpel: 373

Here Ayetê

“Pîvanê tam/bêkêmasî bipîvin. Nebin ji wan ên bi kêmkerîyê (însanan têxin zerarê).

6

Şuarâ

Ayet: 182Rûpel: 373

Here Ayetê

“Bi mêzêneke rasterast bikişînin.”