Jiyana Dinyayê

JIYANA DINYAYÊ - ÎMTÎHAN

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

5ayet hatin dîtin
Jiyana Dinyayê
1

Âl-i İmrân

Ayet: 14Rûpel: 50

Here Ayetê

Ji însanan re hezkirina şehewatan (bi taybetî) jinan û zarokan û lod bi lod komkirina zêr û zîvan û hespên rewan û (pez û) dewaran û çandî û zevîyan hatîye xemilandin. Evana metaên (bihorbar ên) heyata dinyayê ne. Lê vegera xweşik (ku nîmetên heqîqî û bêdawî hene) li îndallah/li cem Allah e.

2

Nisâ

Ayet: 134Rûpel: 98

Here Ayetê

Kî xêr û xelata dinyayê dixwaze, bêguman xêr û xelata dinya û axîretê li cem Allah e. Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

3

Hûd

Ayet: 15Rûpel: 222

Here Ayetê

Her kî jiyana dinyayê û zîneta wê bixwaze, em ê keda wan li wê derê bê kêmasî bidin wan. Di wê xisûsê de li wir qet kêmasîyê jî nabînin.

4

Hûd

Ayet: 16Rûpel: 222

Here Ayetê

Ji bo vana li axîretê ji agir pê ve nesîbek/tiştek tune. Kar û kirinên wan berhewa bûye. Jixwe tiştê ku kirine jî batil in.

5

Hadîd

Ayet: 23Rûpel: 539

Here Ayetê

(Nivîsandina her tiştê di Lewhê Mehfûz de) ji bo vê ye ku; bi ya ji destê we derket hûn pê xemgîn nebin û bi ya ku ji we re hate dayîn jî hûn (bi wê) bi ser xwe de neçin. Allah, hez wan kesên qure û yê xwe dinepixînin nake.