Kefaret
ÎBÂDET - AMELÊN BIXÊRAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ji xeynî bi xeta/bi xeletî be, qet nabe ku mumînek (muteammîden/bi qestî) mumînekî din bikuje. Kesê ku bi xeletî mumînekî bikuje (kefareta wî) azadkirina koleyekî mumîn û ji bo malbata meqtûl (yê kuştî) dayîna dîyetê ye. Eger malbata meqtûl (yê kuştî) dîyetê bibexşîne (dev jê berde) ne tê de. Eger meqtûl ji malbatek mumîn û ji qewmekî ku dijminê we be, azadkirina koleyekî mumîn lazim e. Eger (ew meqtûl) ji qewmekî ku di navbera we de peyman heyî be, ji malbata wî re dîyet û azadkirina koleyekî mumîn lazim e. Kesê ku evana nebîne (nikaribe pêk bîne) ji bo ku Allah tobeya wî qebûl bike divê du mehan li pey hev (bê navber) rojî bigire. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Me di wê (Tewratê) de ji wan re wiha ferz kiribû: “Nefs berhemberê nefs e û çav bi çav e û poz bi poz e û gûh bi gûh e û diran bi diran e û di birînan de jî qisas heye. Lê kî vêya (heqê qisasê) wek sedeqe bibexşîne ew ji (gunehên) wî re kefaret e. Kî bi tiştên ku Allah nazil kiriye hikum neke; ew ên ha zalim bixwe ne.
Allah, ji ser sondên we yên lexw/bêhemdî (wek hînbûnîya ziman yên bê qesd û bê nîyet) we mesûl nagire. Lê ji ber sondên we yên ku we bi hemdê xwe xwarîye we mesûl digire. (Eger hûn sondên xwe yên rewacdar xera bikin) kefareta wê, ji wê xwarina ku hûn didin malbata xwe deh kesên feqîr têr bikin an jî bi cil û libas bikin an jî koleyekî azad bikin. Kî jî nikaribe yekê ji van bike, bila sê roj rojî bigire. Ev, dema hûn sond dixwin kefareta sondên we (yê ku we xerakiri) ye. Ehdên xwe/sozên xwe biparêzin! Ji bo ku hûn şikur bikin Allah ayetên xwe ji we re beyan dike.
Gelî ew ên îmân anîne! Dema hûn di îhramê de bin nêçîrê nekujin. Ji we kî wê bi qesd bikuje heywaneke wekî ya kuştîye cezayê wî heye, ev jî qurbaneke ku digihîje Kâ'beyê û di nava we de du kesên adil/dadwer hikum didin. Kefareta wê an têrkirina feqîran e an jî bi qasî wê rojîgirtin e. (Ev cezayên hanê) ji ber wê ye ku webalê karê xwe bitamînin. Allah tiştên borîye efû kiriye. Kî (carekî din li vê heramîyê) vegere Allah heyfê jê distîne. Allah (ew ê ku xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku heyfê distîne) Zuntîqam e.
Lê ew kesê ku îmkana wî (ji azadkirina kole re) tune be, bila du mehan li pey hev/bênavber rojî bigire. Kesê nikaribe (vê jî pêk bîne) bila şêst heb feqîran têr bike. Ev, ji bo ku hûn îman bi Allah û bi pêxemberê wî bînin. Ha ev, sînorên Allah in. Ji bo kafiran ezabekî biêş û jan heye.